têhełkêş

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1532 Dîtin

yekêkî tir le hunerî cwankarî wişeyî «têhełkêş»e belaẍey ’erebye «tizmîn»y naw birduwe.

«têhełkêş» le barey řewanbêjîyewe eweye ke honer dênê honraw, we ya nîwe honrawî yekêkî tir exate naw honrawî xoyewe, wa ebê be hêma, we ya be aşkira nawî honere lêy wergireke ehênê, we ya leber nawbangyek ke heyetî nawî nahênê. bem naw hênane, we ya hêma bo kirdine îtir lewe der eçê ke butrê eme le yekêkî tirî wergirtuwe, we ya dizîwyetî. mercîş nîye ew têhełkêşe ke eyka her lew zimaneda bê, bełkû boy heye le zimanî tirîşewe boy bênêt. a emeyan zyatir legeł zimanî kurdîda řoyştuwe ta ’erebî û farsî.

belay hendê le zanayanî belaẍewe honereke le batî ewe honrawêk, ya nîw honraw bênêt etwanê parçeyek le nîw honraw bênêt û bîxate naw honrawekey xoyewe.

belay minewe eme nabê, çunke eger waykird legeł lêy wergîrawa cya nabnewe, be taybetî le katêka ke hêmayek nebê bo xawenekey.

eme û dîsan «têhełkêş» her ebê le honrawda bê, le pexşana nabê, çunke hîç «ayda’» û cwankaryekî têda der nakewê.

emca wêne bo emane.

«pîremêrd» honrawî «mewlewî» hênawe û xistûyete naw honrawî xoyewe û ełê:

«le dwawanda ke yek ekewî»
«dû «misir’î» bo beytî mewlewî»
«sîrwanî em çem, tanceřoy ew çem»
«biden be yekda em çem, ta ew çem!»

we ya «narî» nîwe honrawî «tahîrbeg» exate naw honrawî xoyewe û ełê:

«le řûy ew maheda westam be newmîdî û xembarî»
«şikandî pencekem ta min nenûsim wesfî řuxsarî!»

we ya «salim» ełê:

«le îdrakî şikenc û ’uqdeyî zułifit perêşanim»
«ke kes nigşud û nigşayd be ḧikimit ayn mi’ma ra»

we ya «şukirî fezlî» ełê:

«meken lomem emêste wa nezanî»
«mitî azi’ al’imame ti’irfunî»{pn|}