dwa be ser

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 5 Xulek  1275 Dîtin

yekêkî tir le hunerî cwankarî wişeyî «dwa beser»e. em hunere le belaẍey ’erebîda be «rid ali’ciz alî alisdir» guzariştî lêy dirawetewe. min ew guzarişte kurdîyem belawe zyatir cê xoyetî, çunke kurtitir û piř me’natre.

guzariştî şitêk bo şitêkî tir aşkiraye ke zorbey her be xwaze em şitane kirawe. ca eger xwaze bê lam waye guzariştî kurdîyeke řewantire. ewende heye leber ewe ke em core şitane ta êste her leser guzarişte ’erebyeke řoyştûn, dûr nîye hî kurdîyeke tozê giran bê leser gwê, bełam ke biław buwewe bêguman ew giranyey namênê.

ca em hunere eweye ke axrî honraweke; wate wişekey bigêřêtewe bo seretay beyteke. ye’nî ew wişeye ke le axrî honrawekeweye, her çeşnî wişe leseretay honrawekewe butrê.

eme be çaw honrawewe, be çaw pexşanîşewe em řewşte her heye; lewêda axrî wişey axir řesteke bixeytewe seretay řesteke. mebest bem qiseye, ca le honrawa bê ya le pexşana zor beş egrêtewe çunke.

em dû wişeye ya le guzare û wişeda dû pat kirwanetewe, ya wekû yek wane; wate «mitşabhin», ya wekû mitşabheken; wate lêy wergirtin - aştiqaq - ya wihkû lêy wergirtin koyan ekatewe.

emca em dû wişeyeş ke bem core bûn, bûn be çwar beşewe; ya eweye yekêkyan le axrî beytekewe ebê û ewîtryan leseretay nîwe honrawey yekemewe ebê, ya le nawewey ebê, ya le dwayyekeyewe ebê, ya le ewełî nîwe honrawey duwemewe ebê - dyare em çwarey dwayî her taybetîye be honrawewe -.

ke wa bû têkřa bûn be şanze beşewe. edebî kurdî û řewanbêjî edebî kurd destî bo hemûyan dirêj kirduwe, bełam ême lêreda çend wêneyek dênînewe; wêney tewaw bo honraweke, yek wêneş bo pexşaneke, we heryek lew dû wişeyeş le pexşanekeda kewtibne ser û binî parçekewe.

wêney honraweke wekû «’elî kemal bapîr» ełê:

«bêzare le min ’alem emêsta be hemû cor»
«ba’is eweye; yarme kewa lêm buwe bêzar!»

temaşa ekeyn wişey «bêzar» dûpat buwetewe; yekê leseretay nîwe honrawey yekemewe, yekê le axrî nîwe honrawey duwemewe.

we ya «welî dêwane» ełê:

«ke çûm bo zyaret mezarî şemim»
«şem destî hêna xistye ser demim»

eme wêneye bo ewe ke wişe le axrî nîwe honrawey yekem û seretay nîwe honrawey duwemew dûpat bûbêtewe. wekû wişey «şem» ememan bo der’exa.

wêne bo ewe ke wişe leseretay nîwe honrawey yekem û seretay nîwe honrawey duwemewe dûpat bûbêtewe wekû em honrawe ke «ḧerîq» ełê:

«guł lenaw baxa beyanî pêkenî ta řojhełat»
«guł lenaw małî mina pêy pêkenî ta řojhełat!»

em honrawe legeł eweda ke bo em wêneye hênrawetewe. ew hunereşî her têdaye ke yek wişe le axrî nîwey yekem û duwemî honrawewe witrawetewe. hunerî sêyem ke her lem honraweda hebê eweye ke wişey dûpat kirawe wate «řojhełat» guzarekanîşyan cyaye; yekem be me’na «şiruq», duwem be me’na «ẍirub»e!.

her lem wêney dûpat kirdinewey yek wişeda leseretay her dû nîwe honrawewe «salim»yiş ełê:

«herçê nyetit bû nîgehit diłmî bełed kird»
«herçê nyetim bû be mujet, dił xeberî da»

lêreda wişey «herçê» leseretay her dû nîwe honrawekewe hatotewe.

emîş cige le îşekey xoy hunerêkî tirî têdaye - ke dijyeke -; dû şitî beranber yek kirdotewe ke «herçê»ye -; yekem seyrkirdnî to bo min, têy geyandim le nyazit beranber be min, duwem seyrkirdnî min hî birjangî to, diłim xeberî damê ke neşterêke û arastey min kirawe!.

wêne bo ewe ke yek wişe dûpat bûbêtewe; yekê le nawendî honrawekeyda bê û yekê le axrî nîwe honrawey duwemewe bê, dîsan wekû «salim» ełê:

«le deryay mîḧneta hełpe ekem bo ẍem be dest û dem»
«le cewlanam, be her lada, guzerkame lenî piř ẍem!»

wişey «ẍem»y bew core witman dûpat kirdotewe.

wêney «pexşan»ekeş wekû lem parçeyeda heye ke ełê:

«ser ekeme ser serîn, le batî ewe xew hêlane bika le çawma, keçî wekû homay bał tîj be guř, boy eda le şeqqey bał, çawim eka be «xoy dan», gêjî ş řû ekate serim!».

seyr ekeyn wişey «ser» le ser û binî parçekewe dûpat kirawetewe.