dan be pêwîst

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  806 Dîtin

yekêkî tir le cwankarî guzareyî «dan be pêwîst»e. belaẍey ’erebî bo çemke «alqul balucb»y bo danawe. min le řewanbêjî kurdîda bew nawewe nawim birduwe. mebest lem çemkeş eweye ke:

kesî yekem heye, wate «mitkilim». kesî duwem heye, wate «mixatib». kesî duwem şitêk ełê û ew şite be «tewzîm - wacb» ezanê, kesî yekem dan bew tewzîmda binê, wate «a’tiraf»y pêy bika.

emeş dû core; corêkyan eweye:

sifetêk ke le qisey ẍeyrdaye dirke bê le şitêk ke ḧukmêk çespandûye bo ew şite. to dênî ew sifete le qisey xota da’enê bo ẍeyrî ew şite, îtir bê ewe xot lewe bigeyenî ke ḧukmeke bidey be ẍeyreke ya neydey.

wekû ewe ke le wextî xoya «xilepeze»y hemewend nakokî hebû legeł «ḧeme paşay» caf û cafekana. destey ḧeme paşa lew deştî germyane bûn. destey xile pezeş çûbûn bo ewberî «sîrwan». emca xilepeze witbûy:

«şerte eger çûynewe ewaney ke be serberzî lewêda danîştûn beser şořî deryan keyn!».

ḧeme paşa witbûy: «eme qiseye!. serberzî her bo êmeye».

le ’ibaretî pêşûda sifetêk heye ke «serberzî»ye keye, kewtote naw qisekey xile pezewe. em sifete «dirke»ye le şitêk - ke destey ḧeme paşaye - ḧukmêk danî nawe bew şiteda ḧukmeke derkirdinî destey ḧeme paşaye le germyan.

emca ḧeme paşa hatuwe sifeteke - ke serberzîye keye, dawye be berey xoy, îtir belay eweda neçuwe ḧukmeke - ke derkirdinekeye - bîda be berey xile peze, ya neyda!.

corî duwem eweye ke wişeyek le řestey yekêkî tira heye - wate kesî duwem «mixatib» - bîbřî be ser ew me’nayeda ke kesî yekem

«mitkilim»eke mebestyetî. bełam ebê katê ke kesî duwemeke wełamî kesî yekemeke edatewe wişekey ew bibřê be ser ẍeyrî ew me’nayeda ke mebestî buwe, ebê şitêk le řestekey emda hebê ke peywendî be wişekewe hebê.

wêney eme wekû «miḧemmed řemzî» ełê:

«min bême latan bargiranêkim be sertanew»
«witî barit girane bew dyaryey wa be sermanew»

wişey «bargiran» ke le řestey kesî yekemdaye mebestî erk û zeḧmete be seryanewe, ewîtir wişeke ebřê be ser bargiranî boyan be hoy dyarîyekewe ke legeł xoy birdûye boyan.

wişey «dyarî» peywendî heye legeł bargiranîda!.