xogêlkirdin

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  900 Dîtin

yekêkî tir le cwankarî guzareyî «xogêlkirdin»e. em çemke le guzariştî ’erebîda pêy ełên «ticahil al’arf». lam waye xogêl kirdin çemkeke zyatir eda be destewe. emeş ebê be çend beşêkewe. beşêkyan eweye ke:

şitêk heye eyzanê bełam xoy lêy gêl eka!. em xogêl kirdineş ya leber ئاە û derdêke ke diłî bew mebestewe bende û leber dił birîndarî nayewê nawî bênê, we ya leber řê gumkê em îşe eka.

wêney eme wekû «meḧemmed emîn xidir» - ke pişt małeyekî caf buwe û - qise legeł şarezûr eka û ełê:

«witim şarezûr! çît lê qewmawe?»
«kê toy kirduwe be beḧir û awe?»
«bom bigêřewe seranser eḧwał»
«le daxt diłim bû be koy zuxał»
«gelî «paşarê» ta ser sûre cu»
«tyaya ewezî komaran ko, ko»
«kwa? dwanze hezar ’êlî kurdewar»
«gişt beser toda eykird řaguzar»
«kwa? dwanze hesûn małe mîranit»
«kwa? seday tepłî ser komaranit!»

beşêkî tir lem gêl kirdine hûşekaryekî zyad le endazeye. wêney eme wekû «salim»y sine le wesfî dostya le katêka ke pêkenîwe ełê:

«ew zerde xene ẍunçe bû pişkût?»
«bon û řûnakî kewte dem û řût»
«ya xo asman bû çexmaxey lêda?»
«’alem becarê bû be mamit û mebhût»

we ya hûşekarî le xuspida. wekû «şêx řeza» ełê:

«çermî řûy hênd qayme şimşêrî mîsir naybiřê»
«ger be kewşî key demênê ta qyamet nadřê!»

we ya le sersamî le xoşwîstinda - «altidluّh fî aliḧb» - mebest eweye ewende xoşî ewê, xoy têda win kirduwe û xoy eka be neşareza!.

wêneyek lem babete wekû «nûḧî» ełê:

«kotrekanî çol be lence wek yar»
«pol pol westawin, dûrin le eẍyar»
«nazdarekey min kewtote nawtan»
«kotir, însane? êwe û xwatan!.»

lêreda leber zor diłbend bûn be yarewe, xoy gêl eka û ełê: kotrekan! ew nazdarey min ke kewtote nawtan, swênditan edem be xwa ewe le êweye? ya însane!.