cextî wesp be wekû xusp

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  611 Dîtin

yekêkî tir le hunerî cwankarî guzareyî «cextî wesp be wekû xusp»e. belaẍey ’erebî be «takîd alimdiḧ bima yişbe alzim» nawî eba. minîş le řewanbêjî kurdîda bew nawewe damnawe.

em hunereş dû core; corêkyan - ke emeyan řengibê çaktir bê - eweye ke sifetêkî xusp le şitêka nîye, leme wespêk cya bikeytewe bo ew şite. gwaye way dabnê ke em wespe le naw xuspekedaye. wêne wekû «şêx řeza» ełê:

«le sexaw û le keremda, le fesaḧet le edebda»
«yeke baze le seferda, yeke taze le «ḧizir» da»
«taqe ’eybî ke hebê her eweye ke taqe kese»
«le hemû xakî ’erebda û le hemû şarî ’ecemda»

seyr ekeyn hênawye wesfî ew dostey xoy kirdiwe bew hemû wesfane ke kirdûyetî. emca hatuwe cextî kirdotewe be şitêk ke le şêwey «astisna» daye, em cyakirdineweş wa le pyaw eka ke xuspe, keçî waş nîye, bełkû cextî wespekeye û wespekey zyatir çespanduwe. çunke ełê:

le hemû wiłatanda ew yekem kesêke ke ew hemû sifetaney têda hebê, ye’nî em taqe kesyey bo ew hemû sifeteçakaney lêy kirduwe be ’eyb! dyare ’eyb bûnî em sifetaneş maḧałe, çunke em sifetane zyatir payey mewsûfeke berz ekenewe.

çespandinî em core şitaneş le me’nada wekû ewe waye ke to şitêk bibestî be meḧałewe, şitêkîş ke bend kira be meḧałewe, xoy be meḧał der’eçê!. bełkû lêreda way lêy dêtewe ke to daway şitêk bikey be bełgewe; çunke pêçewaney dawakey bestuwe be meḧałewe, şitêkîş ke bestirabê be meḧałewe, be meḧał der’eçê.

ke wate nebûnî ’eybeke şitêkî zor dyarîye û ew sifetane hemû lewda hen be bê gîr û giriftî.

corekey tir eweye ke sifetêkî mediḧ bo şitêk dabnê, paşan şitêkî wekû «astisna» bênêtewe, paş ew sifetêkî medḧî tir bo şiteke dabnê. wêney emeş dîsan her wekû «şêx řeza» ełê:

«silaḧ aldîn ke îslamî geyande payey eflak»
«eme wabû, ewend bû, ew le zumrey kurdî xoman bû»

temaşa ekey sifetêk - ke berzkirdnewî îslame - dawye be silaḧ aldîn, paşan wişeyekî danawe ke «ewend bû»ye, eme wekû «astisna» waye, paş ew sifete medḧêkî tirî dawetê, ke ełê ew pyawe le netewey kurd bû.

em coreyan le hemû şitêka wekû yekemeke waye, ewende heye lêreda sifete xuspeke nîye ta wespekey lêy derkey bo mewsûfeke, ya bo memdûḧeke.