řêbazî kelamî
yekêkî tir le hunerî cwankarî guzareyî «řêbazî ehlî kelam»e. wate leser řêbazî ew desteye ke qise le zatî xwaw sifetekanî xwawe eken. emeş eweye ke to daway şitêk ekey, berengarit ebin ełên wa nîye, toyş bełgey bo dênîtewe bo ewe baweřekey xot biçespênît.
wêney eme wekû le kabrayekî kurdyan pirsî xwa çende?. witî: her yekêke. wityan be çîda eyzanî?. witî: be aşekey małî lalema. wityan: çon?. witî:
«aşekey lalem ta her hî xoy bû, baş egeřa, lew řojewe bû be şirîk legeł ḧemey mîrweysda îtir pekî kewt! em dinyayeş eger xwa, yekêkî tirî legeł bwaye her le zuwewe em dam û dezgaye têk eçû!».
temaşa ekeyn kabra bełgey hênawetewe bo çespandinî qisekey xoy - ke yek bûnî xwaye - leser ew řêgaye ke zanayanî zanyarî «kilam û alhyat» bełge dênnewe bo çespandinî bîr û baweřî xoyan. legeł eweşa em kabra kurdewe nebê agay le bezmî kelam û lew zanyarîye hebê, bełam çeşey sadey xoy way lêy kirduwe ke ew wêneye bênêtewe bo pitewkirdinî mebestekey xoy.
hunerêkî tir le cwankarî «lêy kirdinewe»ye. zanayanî belaẍey ’erebî be «tifrî’» nawî eben.
emeş eweye ke to ḧukmêk bo şitêk da’enî, lew ḧukme ḧukmêkî tirî lêy ekeytewe û eydey be şitêkî tir. wekû eme heye eweş her lem babeteye ke ḧukmêk edey be şitêk, le paşa ḧukmêkî tirî lêy ekeytewe û eydey be şitêkî tir.
wêne bo yekem wekû «bêxud» ełê:
lêreda ḧukmeke baranekeye ke dawye be şitêk wekû têrawkirdinî erzeke bê. ca em barane ke îşekey ewe buwe erzekey paraw kirdotewe, eweşî her kirduwe ke aşekey «wiłûbe»şî xistote geř. em ḧukmey dwayî lewey pêşû bwetewe. «wiłûbe» dêyek buwe le binarî şarî suleymanî.
wêne bo duwemîş wekû «fanî» ełê:
lêreda honer wesfî dostî kirduwe. ełê: ke qisem legeł ekey, qisekanit wekû şekir waye bom, diłîşt legełma pake, wekû awêneyekî saf waye hîç xewşêkî be serewe nîye. wate dił û zimanit legełma pake.
ḧukmêk - ke zimanpakyekeyetî legełya - boy saẍ kirdotewe, emca lemewe liqêkî tirî lêy kirdotewe ełê diłîşt bew core legełma pake.