beşkirdin

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  926 Dîtin

yekêkî tir le hunerî cwankarî guzareyî «beşkirdin - tiqsîm»e.

em beşkirdineş eweye ke çend şitêk butrê, paşan be endarey jimarey ewan şitî tir butrê û her yeke lemaney dwayî řûbeřûy ewey pêşû bikirêtewe, be mercê ke «dest nîşan - ti’îyn»y têda derkewê. wêne wekû «qani’» ełê:

«dûşt der naçin le jêr zileta»
«kerî qecerî û mênḧî ser sexta»
«ewyan řeşmekey daym le serda»
«emyan ser kutraw le deşt û derda!»
«sêhemîş heye bełam min nayłêm»
«hemû eyzanin le poçî bîłêm!?»

şerḧî dû şitekey be kerî qecerî û sing kirduwe, paşan dû şitî řûbeřû kirdûnetewe û dest nîşanî têdaye; ewyan ke kerekeye hemû dem řeşmekey be sereweye, emîşyan ke singekeye hemûcar be berd û mêkut eden be serya bo ewe biçê be erzekeda. dest nîşanekeş eweye ke řeşme bo kere, newekit bo sing, emîşyan serkutan, serkutan bo ker nîye bełkû lêreda her bo singekeye. sing řeşmey be serewe nakirê bełkû pêwe ebestirê.

dûr nîye wa biçête diłewe ke em wêneye ber «pêçew pexşe» bikewê, bełam leber em dest nîşane serbexoyêk peyda eka û ebê be babetêkî serbexo le hunerekanî cwankarîy.

ewende heye be pêy řêzman ebwaye axrî nîwe honrawey duwem wişey «sexte» bwaye newek «sexta»!.

etwanîn biłên «sexte»y ke kirduwe be «sexta» leber «serwa» keye, em core şitane bo honer eşê û bo honraw eguncê, çunke mawe dirawe be honer ke destikarî wişe bika leber řê kewtinî honraw û serwakey.

we ya «pîremêrd» ełê:

«dar û gyaw gyandar piř niş’ew dił xoş»
«min û wenewşe mil keç û şîn poş»
«ew pabendî xak konehewaran»
«min zîdewanî mezarî yaran»

em beşkirdine dest nîşanî têda heye, çunke hêmay «ew» leseretay yekem nîwe honrawey duwema bo «wenewşe» egeřêtewe. «min» leseretay yekem nîwe honrawey duwema ew «min»e yeke le pêşewe witûyetî.

le řastîda cyakirdinewey «pêçew pexşe» legeł «beşkirdin»da toze bîrkirdinewe û wird kirdineweyekî ewê.

***

lem babetî cwankarîyeda bem core dû beşkirdinî tir heye ke nizîkin bemewe. yekê eweye ke:

çend sifetêk bo şitêk dirust ekey, we ew şite hercare nîsbet edeyte lay yekê lew sifetane be corêkî wa wekû çon hemûyan legełya eguncên, yeke yekeş her biguncên. wêne wekû «ḧemdî» ełê:

«xom û xizmim esênim ḧeq lewaney naḧeqin emřo»
«çilon xizmê?; be cergin, şêrî şerzen, ’arfin emřo»
«ke bangyan kem hemû çustin, ke yek bigirin gelê zorin»
«le řûy duşmen ełêy askin, ke bêne ’idid kemin emřo»

lêreda basî xizmekanî kirduwe, we her care nîsbetî dawnete lay sifetêk, ke ew sifete lew careda boyan eguncê. wekû çon xizmêkin?. be cergin, şêrî tûřen, tê geyştûn, eger bangyan bikem bo ewe bên be dengimewe zû řa’epeřn. yekêkî tir le sifetekeyan eweye: ke pêkewe yek bigirin zor zorin, çunke her yekeyan le cêgay çend kesêke. sifetêkî tiryan eweye: bexêrayî wekû ask çon xêraye bew core xêrayye řûbeřûy dujmin eřon, sił nakenewe, eger xo be jimareş byanjimêrî, zor nîn, kemin!.

duwemyan eweye ke řesteyek bihênrêtewe bo şitêk, çî lejêr ew řesteyeda bê, řesteke hemû bigrêtewe. wekû ewe ke ełê:

«ew tarmayye ya şêre, ya piłinge, ya hîçyan nîye.»

lêreda madam tarmayyeke hebû lew sê beşe der naçê. weya ełê: «pyawî feqîr çî ebê? naşukirî nebê, ya kuřî ebê, ya kiçî ebê!» bełam eme be gałtewe ełê «pyawî feqîr» egîna feqîr û dewłemend her wekû yek wane.

nukteyekî tir ke her bo zimanî kurdîye; lem zimaneda mebest be pyaw «ansan»e. insan pyaw û jin egrêtewe, kewa bû mebest be «pyaw» le meselekeda «jin»e we leser şêwey řewanbêjî şitêkî lê labrawe, wate «jinî pyawî feqîr» nukteke bû be dû!.

temaşa ekey em řestane hemû beşekanî beşkirdin girtûnyetewe.