biławkirdinewe

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1074 Dîtin

hunerêkî tirî cwankarî guzareyî «biławkirdinewe - tifrîq»e.

emeş eweye ke sifetêk heye dûşt tyaya hawbeşin, to dênî ew sifete be corêk cya ekeytewe û beşyan ekey wekû dijayetî le beynyana bê way lê dê. wêne wekû «zêwer» ełê:

«ełên şecî’ buwe efrasyabî turkî qedîm»
«negeywete qułî efrasyabî hewramî»
«hemîşe ew ledes êranî her firarî ekird»
«welê em êsteke êran exate ser samî!»

sifetêk heye ke şeca’et û azayetîye, efrasyabî tûranî û efrasyabî hewramî her dûkyan tyaya hawbeş bûn. hat em cyayyekî tewawî xiste beynî em dû azayetyewe; ełê şeca’et û azayetî efrasyabî hewramî ewende le pêşewe bû, efrasyabî tûranî be tozî qulîşya her ne’egeyşit!.