twanicpoşî

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  1453 Dîtin

yekêkî tir le hunerî cwankarî guzareyî «twanicpoşî»ye. ke eme le belaẍey ’erebîda be «tewrye naw ebrê.» le kurdîda be «poşîn»yiş her nawbirawe, bełam be lêkdanewey min «twanc poşî»ye ke le bartire, çunke «poşîn»eke zyatir řûy řexney eçête ser.

ca em «twanc poşî»ye eweye ke wişeyek hebêt dû guzarey hebê - ke zortir le wişekanîş her wane - yekê dûr, yekê nizîk. to behoy nîşaneyekî poşrawewe dûreket mebest bê. tenanet lewaneye eger zîrekîyek û edbîyek le arada nebê gwêgir her neçê bo guzare dûreke. we ya carî wa ebê eger serguzeştî guzare dûreke nezanrê, pyaw her bo guzare nizîkeke eçê.

em «twanc poşî»ye hendê car be «ayham»yiş naw ebrê, çunke poşrawyekî têdaye û lewaneye bîreke bo şitî tir biřwa.

«twanc poşî» ebê be dû beşewe; «řût - micird», «paławte - mirşiḧ»:

«řût»eke ewye eger nîşaneş hebê her legełya ko nabêtewe û her me’na dûreke egrêtewe. wekû ełî:

«erz leser şaxî gaye, ga leser masîye, masî leser awe, aw leser baye!»

emane dû guzareyan heye; yekê ewe beçaw bibînrên, yekê ewe ke her efsane bê û nebînrên. me’na nizîkeke nîye çunke ewete ber çawaman nakewê ke erz leser şaxî ga. hitid bê. kewate çar nîye her ebê me’na dûreke bê, ew nabînrê, îtir babeteke waq’e, ya waqi’ nîye eme şitêkî tire.

«paławte» keş wekû «nałî» ełê:

«dinya ke gułgułî buwe qurban etoyş wer»
«talb be guł be, qeydî çîye guł gułî bwê!»

temaşa ekeyn ke ełê «guł gułî bwê», ew gułe gułî baxe û «ziman» be gułî naw eba, keçî mebestîş dostekeyetî ke nawî be guł birduwe

we ya «şêx řeza» ełê:

«gerçî feqîr û muflise şêx mame sałḧim»
«nem dî kesê wekû ew saḧbî kerem»
«mîwanî bûm nan û kerey naye ber demim»
«îsteş be bê mudahene memnûnî ew kerem!»

wişey «kere» dyare çîye û eweye ke meşke jenra lenaw meşkekey der eken, keçî guzareyekî dûrîş heł’egrê le katêka ke ełê «ew kerem» mebestî mame şêx sałḧî bê û be «ker»y danabê!. eme gwaye mame şêx sałḧî pyawetî legeł kird!.