geřanewe

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  814 Dîtin

yekêkî tir lew hunerane «geřanewe»ye, belaẍey ’erebî ełê «ricu’». wate egeřêtewe bo qisey pêşû bełam be kurtî û natewawîyewe. em geřaneweşe leber derde diłêke, em derde diłe ekirê behoy ew geřaneweye, eger wanebê şiteke be diro der’eçê.

wêneş bo eme wekû «ḧememîn» begî caf ełê:

«cê bigre le şwên ew małe gewre»
«cêgay begzade û pyawanî gewre»
«waz bêne meřo, dinyay çewaşe»
«ewêşî kirde şwên bûm û waşe!»

temaşa ekey sereta be diłêkî xoşewe ełê biço bo şwên hewarî małegewre ke cêgay begzadekanî cafe û cêgayekî ta ew peřî xoşî xoşe. «małe gewre» naw buwe bo dewarî meḧmû paşay caf.

paşan peşîman ebêtewe û ełê: meçû çunke çerxî çewaşe ew şwêneşî kwêr kirdewe û kirdî be cêgay waşe û kunne bebû!.

leber em derde diłe qisey pêşwî xoy heł’eweşênêtewe û lêy peşîman ebêtewe.