xeber û waqî’

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  1152 Dîtin

we ya le basî xeber û înşada eme zanyarî neḧo zyatir çuwete nawyewe. bo wêneyekî kurt lêreşa her ewende wekû mistêk le xerwarêk ełê:«azad kitêbekey hêna».

eme xeberêke eyda, em xebere dû la heł egrê; ewe heł egrê ke řast bê û hênabêtî, eweş heł’egrê ke řast nebê û neyhênabê. lekatêka ke řast bê eme legeł waq’ida aya beramberîy kirduwe? ya neykirduwe. beranberîy kirduwe le katêka kesî yekem -ke mitkilmih- çawî be kitêbeke kewtuwe û hênawyetî, kesî duwem -ke mixatbe- ke çawî be kitêbeke nekewtibê belay ewewe legeł waq’ida yekî negirtewe, bełkû her xeberêk buwe û gwê lêy buwe.

zyad lemeş waqi’ dû core; waq’êk heye legeł řastî û ḧeqêqetî şiteke «yeke», waq’êkîş heye legeł diłî qisekerekeda yekêke ba le řastîyşda legeł ḧeqêqeteke yek nebê. wekû ewe:

dû kes le dûrewe tapoyek ebînin, yekêkyan ełê ewe «dar»h, yekêkyan ełê «ga»ye, we herdûkyan şêrgîrin le ser biřway xoyan, ye’nî herdûkyan be hemû qena’etêkyanewe wa ełên. emca eçne ser tapoke bizanin çone? eguncê dar bê, eguncê ga bê, eguncê hîçyan nebê, naguncê herdûkyan bê.

ke çûn seyryan kird dare û «ga» nîye, ewe waq’e bineřetîyeke legeł waq’î ew keseyana ke witûye «dare» yekî girtewe. waqi’ be çaw ewewe dûpate buwewe û bû be dû waqi’; yekê waq’î «nifis alamrî», yekê waq’î biřwakey xoy.

be çaw ewî tiryanewe ke witbûy «ga»ye, ta neçûbûne ser tapoke xawenî baweřî ga her be gay zanîwe, eger tełaqî leser bixiwa tełaqî nakewê, çunke hêşta neçuwe ta boy derkewê eme gaye ya ga nîye, waq’î diłî ew û baweřî ew her be gay danawe, bełkû ew tapoye her gaye ta waq’î řasteqîne der ekewê.

eme beranber be řastîy yekêkyan û nehatnî řastîy bo ewî tiryan. ewe mayewe ke ew tapoye legeł baweřî hîçyana yek negrêtewe. wate ne «dar» bê û ne «ga». ewe ta ew sate waq’î herdûkyan řast buwe, waq’î bineřetî le paş peycorbûnî, waq’ekey ewanî be hîç der kird.

eger xo cewherî tapo herwa bew tarîkîye mayewe û teḧqêq nekira ewe ta řojî qyamet waq’î herdûkyan her řaste, ba legeł waq’î řasteqîneşa yek negrêtewe.

eger hî yekêkyan legeł řasteqînekeda le řastîyda yekî girtibû, ba emanîş her leser ew taqî nekirdineweye mabûbnewe, ewe waq’î ew yekeyan legeł waq’î řastîy yekî girtuwe, ewîkeşyan her legeł diłî xoya yekî girtotewe.