guzarekarî

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  1197 Dîtin

guzarekarî leser řewankarî pêş ekewê çunke em guzarekarîye beçaw řewankarîyewe wekû kertêk waye le řewankarîyeke, leber ewe pêwîste be pêşkewtinî.

eme û leber ewe ke be taybetî lem guzarekarîyeda beranberîkirdin legeł «miqtizî y ḧał» beşêkî here gewreyetî. emeş hoyekî tir bû bo pêşkewtinekey. emeş me’nay wa nîye ke le řewankarîda em beranberîkirdine nîye, lewêşa heye, bełam lemda tundutîjtire û ebê be kilîlêkîş bo ew, çunke lewda me’nayek be gelê cor dêtewe, pêwîste le pêşa çawřûnîyek hebêt le barî «miqtizî y ḧał»ewe.

dîsan yekêkî tir le îşî em guzarekarîye eweye ke agadarîyek be ser wişeda peyda bikirê; ew wişeye ke legeł «miqtizî y ḧał»ekeda beramberî eka.

ca em şitane bûn be hoy ewe ke babetî guzarekarî pêş babetekanî tir bikewê.

basî guzarekarî beçaw beşî têkřay belaẍewe basêkî firawane, ême lêreda çend babetêkman girt be destewe û ewanî tirman waz lê hêna.

em babetî guzarekarîye leřastîda heşt liqî lêy ebêtewe; «eḧwałî îsnadî xeberî, eḧwałî musendalye, eḧwałî musned, eḧwałî dest û pêwendî fi’il, qesir, înşa, fesił û wesił, îcaz û îtnab û misawat.»

belaẍey ’erebî emaney hemû girtotewe, bełam ême le paş lêkdanewe û wirdibûnewe eweman be lawe çaktir bû lew endazeye ke basman kirduwe zyatir bas nekeyn. eweş řaste ke belaẍe zanyarîyeke û çemkî ew zanyarîye le hemû zimanêka heye, we ebê le zimanî kurdîşda hebê, bełam wekû witra zyad lewe be zyad ezanim.

bełê! hende şit lew basî guzarekarîyeda heye etwanrê be mefhûmêkî kem hemûy wer bigîrrê, wekû basî xeber, înşa, waqi’, cige le pênc base serekîyeke ke ta endazeyek be dirêjî bas kirawin.

min belamewe waye pêwîst naka le şwênêkî wekû em şwêne ke řewanbêjîye wextêkî zor bewewe xerîk bikirê ke çon musned nîsbet edrête lay musned alye; be fi’il ebê ba be ḧerf, bo nefî ebê ya bo îsbat.

bełê! zanînî emane ebê bizanrên, bełam kitêbî «neḧo» wałaye bo em zanînane. řaste şitekan hen, wêneş heye, ewende heye lewane giringitir heye, min basî giringekanim kirduwe.