edeb çîye û řewanbêjî çîye?
çi aşnayetîyekyan pêkewe heye?
edeb be çemkî giştîy guzareyekî zorî heye, bełam be corêkî taybetî û bo qise lêwe kirdin lem şwêneda birîtîye lew şite nayabane ke pêşînan hêştûyanetewe û becêyan hêştuwe bo dway xoyan; ewaneş wekû honraw û pexşan, pîşey qeşeng, mûzîqa û saz û awaz û wêney be perdax. emane be qisey cwanî mirwarî amêz -nûsrawe bûbin ya nenûsrawe- bełgey konî ser berdekan ke dastanî ademîzad egêřnewe, ew newa karîgerane ke le telî mûzîqakanewe der eçin û mêşk û dił û derûn guławpaşî eken.
ca em edebe bem core wenebê taybetî bê be neteweyek û neteweyekî tirî lêy bêbeş kirabê, çunke emane le kird û koşî zankoy ademîn, bełkû wekû tîşkî xetekanî řoj çon hemû layek egirnewe ewîş waye, eger neteweyek boy nelwabê beşekey xoy şaro bika eme ewe nageyenê ke neybuwe, bełkû ewe egeyenê ke berhełistêk le arada buwe bo ew şaro nekirdine, ke berhełisteke nema meydan firawane bo ko kirdinewey, wekû řûnakî řojeke ke le naw jûrêkî be çwar dîwar gîrawa der nakewê, hoyeke dîwarekanin - ke berhełistekeye - katê ew berhełiste laçû řûnakîyeke cêgay xoy egrêtewe.
eme edeb, emca «řewanbêjî» «tan»y ew edebeye.
le zimanî ’erebîda bew qise û basey řewan û gewara bê ełên «bilîẍErebî» û paşan «bilaẍةErebî»y lê wergîrawe bo hemûy û buwe be naw bo zanyarîyeke.
le zimanî kurdîda ew çemke ke «bilaẍةErebî»y le zimanî ’erebîda bo danrawe wişey «řewanbêjî» be tewawî piřî ekatewe û bełkû zyatrîş. we bo «bilîẍErebî»ekeş min belamewe «paraw» cêgay xoyetî.
ca leber ewe wişey «řewanbêjî» bo ew zanyarîye danrawe, we tenanet etwanrê butrê wişey «xoşxiwan her çeşnî mebest eda be destewe.
řewanbêjî, we ya xoşxiwanî řû le sûçêk le sûçekanî edeb ekatewe; wate řû le qise be her dû çeşnekeyewe -honraw û pexşan- ekatewe, ew honraw û pexşane ebê bepêy pile têgeyştinyan têda hebê, têgeyştinekeş be hoy hunere qiseyye aşkirakanewe ebê, emaneş le naw çwarçêwey řewanbêjîdan kewa bû aşnayetî edeb û řewanbêjî wekû aşnayetî mirov û gyanlebere; merce hemû mirovêk ber gyanleber bikewê, bełam merc nîye hemû gyanleberêk mirov bê.
witra kurd edebî heye, ke heybû ebê řewanbêjîşî hebêt, emîş her wekû edebeke wenebê taybetî bê be zimanêkewe, bełkû hemû zimanêk boy heye le ser řêçkey zimanekey xoy beşî xoy lê wer bigrê. leber ewe êmeş etwanîn bilêyn: řewanbêjî le zimanî êmeşda heye. ca bew bonewe ełêyn:
řewanbêjî le ser ew çemke ke zimanî kurdî werî egrê legeł basî zanyarîy zimanekanî tirda -ke her yeke bo xoyan kirduwe- birîtîye le derbiřînî komełe guzareyekî firawan le qałbî çend wişeyekî kemda.
řaste wişe le dayexî ewe der naye ke be firawanî baweşî xoy bo guzare wała bikatewe, bełam ew carane ke ta endazeyek le dayexî derdêt etwanrê be řewanbêjî naw bibrê.
em le dayex der nehatne hendê car řû le tam û çêjî xawen qise û gwêgir ekatewe, ke ew xawen qise, we ya biłêyn qisekere be corêkî taybetî guzare peng xwarduwekanî derûnî eřjênête naw qałbî wişewe, gwêgrîş be sozêkewe wekû heng çon şîrey guł emjê, ewîş perdey dił û derûnî heł’edatewe bo wergirtinî ew wişe û guzarane weryan egrê û hełyan emjê.
hendê carîş ya řû ekate naweřokî şiteke û be tewawî arastey ew naweřoke ebê bo hełsengandinî, ya řastewřast řû ekate wişe û guzare bo řazandineweyan.
- yekemyan le zanyarî řewanbêjîda min benawî «guzarekarî - me’anî».
- duwemyan «řewankarî - beyan»
- sêyemyan «cwankarî - bedî’»ewe nawyan ebem.
dyare em sê liqeş xoyan le naw wişekanî xoyana etwênewe; wate her yekeyan ebin be çend huner û beşewe.