guzariştêk
zimanî kurdî ebê řewanbêjîy têda hebê, em kitêbeş qise le řewanbêjîyewe eka.
babet cyaye û «naw» cyaye, babeteke birîtîye lew hunere belaẍîyane ke le zimanekeda hen, naweke birîtîye le «naw» bo babetî ew hunerane. wêney eme, wekû ewe ke «dana, newzad, tara» nawî nawin, naw bo danraweke, wate «mismî»kan, ewan şitêkî tirin ke cyan le nawekan.
lêreşa babetî hunerekan şitêkin û nawekan şitêkî tirin ke cyan le yek.
le nêwanî řewanbêjî û xoşxiwanî, we ya belaẍe û řewanbêjî, we ya belaẍe û xoşxiwanî gelê şit heye, řistey řewanbêjî, wate witnêk ke bê girê û qorit butrê, hemûy egrêtewe.
wişey «řewan» řoyştinêke ke hîç kospî neyete ber. «bêjî» be mana witin. têkřakey way lê dêtewe:
witnêk, qiseyek ke be bê qorit û be řewanî butrê. ew řisteyeş ke ewtirê:
«dersekey řewane» ew řewaneş her lem řewanewe hatuwe.
«xoşxiwanî» wate: cwan û şîrîn xwêndin, ke witit xwêndin hemû core xwêndinêk egrêtewe; xwêndinî berz û nizim, řewan û nařewan, hî ew zimane û ẍeyrî ew zimane, bełam zarawe, taybetîyekî daye û kirdî be naw bo şite nûsraweke; wate nûsrawêkî xoş xwên. emca taybetîyekî bo dirust kira, kira be naw bo ew babete belaẍîyane ke ziman kok eken bo řahatin be řiste û qisey cwanewe, we ya bo aşkira kirdinî witnî benirx û becê.
emca min hatim destikarîyekî tirim tya kird; wate zaraweyekî tirim dirust kird. emeş ke eyłêm wenebê zor řoyştibim! hemû zaraweyek sereta yekêk day enê û paşan biław ebêtewe.
hênam řistey «xoşxiwanî»m kird be wişeyek û kirdim be naw bo ew kitêbe ke qise le řewanbêjîyewe eka, wekû le katî xoya řistey «nirx şinasî»m kird be naw bo ew kitêbe ke bas le lêkołînewey edebî kurdîyewe eka. em core îşkirdineş le hemû zimanêka heye û hîç cêgay sersûřman û řexne lê girtin nîye.