parçey wefayî

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 3 Xulek  578 Dîtin

dû kêşî «fi’iln» kêşêkî «fi’ul»

mukeřre parçey «wefayî» menqûl

leser em kêşe be zimanî kurdî

qesîde ełêm bo to be wirdî

***
sîmat lelay xudawe. mînay berew hetawe
piře le piřtewî xêr. eřjê be řûy dinyawe
diłit karebay nûre. metbe’ekey ḧuzûre
le towe nûr der eçê. eřwa be hemû lawe
xorhełat û xorinşîn. şîmal û cunûbî dîn
be nûrî mewlay emîn. řû eken le xudawe
dił gułopî çiraye. wayerman be xwaye
beqed guşadî wayer. enwarî wa belawe
to řeḧmetî ’alemî. to ’îzzetî ademî
xawen qelbî salimî. her nûrî toy lenawe
bełam kwêrî sikuma. biřwa benaw ’alema
be sed duktor nageřê. be dû çawî bînawe
her penaman be xwaye. lew çawe nabînaye
ke em diłe mînayey. wekû kasey şikawe
ewîş talîbe bo nûr. bo îdrak û bo şu’ûr
diłî piř ebê le nûr. lem la nebê, lewlawe
çunke be surmey şu’ûr. diłî ebê be bilûr
ewcar le nizîk û dûr. derkî diłî tewawe
surmey çawekey diłim. çiray sera û menziłim
çarey bendî muşkiłim. her wa belay ew şawe
be to ey řehberî dîn. řoyî bo sema û zemîn
piř buwe le xêr û xêrat. derya şepolî dawe
ayatî ḧeq hatne xwar. be dewam leyl û nehar
ta hemû yar û eẍyar. çawî diłyan kirawe
«la alh ala alilh». be derzî «risul alilh»
dinyay piř kird maşełła. bit pêy nema lewnawe
beşer derçû le zułmet. řûy kirde ’îlim û ḧîkmet
bûn be delîlî řeḧmet. le řwî hemû dinyawe
çend şêrî wêney ’umer. řuxsar be wêney ’umer
bûn be ustadî beşer. derçûn le hemû lawe
kafran kewtin hemû. çawanyan piř bû le mû
bo şeř kewtine hatuçû. şeytanîş le penawe
çirayê xwa hełîka. her nefamê fûy lê eka
le dinya řisway ekaw. bedbextîşî le dwawe
eto hestay destu bird. bangî huşyaranit kird
tê geyîn le ḧeq be wird. bûn be westay ew nawe
fermût xuda tenyaye. gewrey hemû dinyaye
zanaye û tewanaye. ’alemî leber çawe
ewey musułman ebu. be komeł û yek û dû
kafir boyan der eçûn. lem lawe ya lewlawe
leser ’eqił û ’îlmî to. leser sebir û ḧîlmî to
musułmanan kewtine xo. xoyan xiste penawe
heta koçî xêrit kird. emcar zû be destu bird
ḧerb û cîhadit ekird. dînit xiste dinyawe
namîNasnava edebî be qurbanit bê. ẍułamî derbanit bê
gyanî fîday gyanit bê. boy biřwane lelawe