parçey şêx řezay tałebanî

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 5 Xulek  966 Dîtin

çwar parçey em beḧre leser kêşî tefa’îl

«mif’ul mifa’îl mifa’îl mifa’îlErebî»

***
ey serwerî ’alî serî meḧbûbî te’ala
qutbî şerefî da’îrekey ’alemî wala
baranî selam û kerem û seylî selewat
biřjêne serî xot û hemû peyřewî ala
řûn bû ufuqî ’alemî dinya be cemala
piř bû le kerem ’alemî dinya le kemala
bulbul be lîqay tel’etî to bû be newaxwan
herçende «ḧîcazî» nebû ewsa le xeyała
heywan û seray şewketî kafir mutezelzîl
yanê serî serdarî cefa wa le zewała
ew fîle ke wa «ebrehe» hênay be supawe
derçû be fena, sûk bû wekû ka le cewała
ye’nî sedefî beḧrî sefa kewte semaḧet
derçû le sedef duřřî şeref, lu’lu’î lala
çerxê tire çerxî şerefî nûrî «miḧimd»
’ehdê tire ’ehdî keremî to le kemała
’aqił be sefay sînewe řûy kirde keramet
’arîf be wefay dînewe piř bû le cemała
ey nûrî beser sîřřî besîret lebo ’îrfan
ey menbe’î enwarî huday řebbî te’ala
ey şems û qemer, ’erşî ’ula, metłe’î enwar
kanî kerem û feyzî ’etay barî te’ala
dinya be qudûmî şerefit bû be gulustan
nek her le zewî, bełkû hemû ’alemî bała
meşhûre leser ’adetî erbabî me’arîf
ew sate ke şabê demî teḧsîne le mała
meşhûre şewî hatnî qur’an le xudawe
nawî şerefî «leyleyî qedre» le cemała
’arîf ełê ew leyle ke mîladî eto bû
hawşanî şewî leyleyî qedre le kemała
şa talî’î es’ed le ufuq derçû be îqbał
lew mangî řebî’a ke řebî’îs bû le mała
dûşemmeyî pîroz û dwazde be jimare
hem fidsitemî nîsanî şurûqî le şîmala
hawdem bû legeł pîncised û ḧeftaw sêy mîlad
mîladî mesîḧê ke ḧemîde le xîsala
biřwane tefa’ul le hemû layekewe dê
bo nawî xoy û bawik û daykî le xeyała
xûy ḧemd û sena babî be ḧeq ’ebdî xuda bû
«amîne» bû daykî ke emîn bû le mîsala
ew dayene wa nawî «ḧelîme»y besero bû
mesder bû le bo ḧîlim û selamatî le ḧała
baranî keramet le hemû lawe ebarî
lafawî se’adet eřja bew der wimała
duřřî sedefî feził û şeref derçû le derya
berqî eweşan mîslî duř û gewherî lala
derçû le ufuq pê le zewî ser le semawat
dem piř le du’a û sîne û ser piř le sikała
beh beh ke çi sinewberê le bustanî cîhana
beh beh ke çi diłberê melayk sîma
mawe le ḧezaney keremî ceddî mecîda
ḧeq terbîyetî kird û xuda menhecî dada
wek «adbinî ribî» ełê wa bû be řastî
derzî edebî hat le meqamatî mu’ella
çon terbîyetê terbîyetî layqî řehber
ye’nî edeb û terbîyetî ḧezretî mewla
«ḧiqa» ke xuda terbîyetî kird be ḧeqîqet
bew terbîyetey bû be emîn bo hemû dinya
***
ta ’umrî geyşte temenî řuşdî řeşîdan
’îlmî be tefekkur geyye ’alemî bała
îlhamî kira ḧeyfe be ẍefłet guzerî ’umir
bê ’îlim û ’emel bê berke û paye le ḧała
bit peresîy û xo persîy û pestî le meqamat
sermestîy û bedbextîy û dûnî le kemala
řûy kirde tefekkur wekû ustadî miḧqiq
kewte nezer û ’îbret û teḧqîq û mutała
yanê be mutałay eserî enfus û afaq
bo ḧeq û ḧeqîqet be «ni’im» ẍeyrî be «lala»
mangê le hemû sałê be xełwet eçuwe ẍar
sîney ebuwe mezherî enwarî tecella
ta ’umrî ’ezîzî geyye maweyî çil sał
piř bû ser û sîney le sefay ’alemî bała
ca ewdeme cîbrîlî emîn hate ḧuzurî
çend ayetî bo xwêndewe ayatî mu’ella
ca kewte nîda û de’wetî ’alem be ’umûmî
biؤ weḧdetî ḧeq, sîdiq û sefa, řeḧim û mwala
paş zeḧmet û paş meynet û pas cehdî be ezyet
îslam geyî be cumle teref esfel û e’la
cîlêkî celîlî beşeref hatne meydan
bo ḧusnî emel ’îlim û ’emel ḧewl e teqala
em řeḧmet û em nî’mete, em sîdiq û sefaye
tabî’ be sefay ehlî wefaye le kemała
ey çeşmeyî deryayî kerem, řehberî ’alem
ey ’eynî ’etaya çi le dwařoj çi le ḧała
namîNasnava edebî be temay awî ḧeyatî desî toye
xwa zemzeme ya ḧewze û ya kewserî wala