bisim alilh alirḧimin alirḧîm

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 5 Xulek  1169 Dîtin

alḧimd lilh rib al’almîn, walsilaة walsilam ’ilî ḧibîbih û risulh alamîn miḧimd sîd alanbya’ walmirsilîn, wi’lî alh û siḧbih acmi’în, û atba’ih baḧsan alî yum aldîn.

û bi’d, bizanin xuday te’ala «cilit qidirtih» wekû ’alemî dirust kirduwe, be’zê le dirûstikirawekanî xoy be beş û behrey beqîmet xełat kirduwe. ’eqił û hoşî dawe be ademîzad û luẍetî îlham kirduwe bo derbiřînî mebestî xoy û witarî pexşan û honrawey pêdrawe. ew honrawane leser çend yasa bekarhênrawin ke xelîlî kuřî eḧmedî ferahîdî le «’iruz» ke şwênêke le ḧîcaz îlham kirawe bew yasayane û hemûy zebit kirdûn û řêwşiwênî bo danawin, boye ’îlmekey meşhûr buwe be ’îlmî ’erûz be nawî cêgey îlhamekeyewe.

herwa edeb û şî’ir le zimanî ’erebda bawe, le zimanekanî tirîşa herwa bawe leber’ewe ke pexşan û honrawe le pêwîstîy jyanî însanin. her qewmê lem meydaneda le qewmekanî tir dwabkewê îtir her paşekewtû ebê.

ême ew parçe ’irebîyaneman berawird kirdûn û dîwmane le wêneman le zimanî xoyşimana hen û zyad lewaneyş gelê parçeman heye le ’erebîda wêneyan nîye. ême be gwêrey twanay xoman hendê lew parçe şî’re kurdîyane enûsînewe ke wêneyan le ’erebîda nîye û çîy tirîş hebê ḧewałey bîr û hoşî birayanî hawnîştimanî ekeyn. honrawe hercor bête ser ziman madem beşekan le naw xoyana řêk û cor bin başe. bełam hendê yasayş heye çawdêrî kirdinyan cwantire. honrawe eger taqe beytê bê pêy ełên «ferd» wate tenha û taqane. eger dû şî’rîş bin pêy ełên «řuba’î» çunke çwar nîwe şî’re. ca eger honrawe be yasay ẍezeł bê her ewende pêwîste axrî nîw dêře şî’rekan weku yek bin.

şa’îr ełê:

diłim ’aşiqe be çawî cwanit
sergerdane bo tatay zułfanit

xo eger hatu leser yasay qesîde bû, ewe tenha ewende pêwîste axrî şî’rekan leser yek ḧerf bê û axrî nîwey yekemî yekem şî’rîş legeł axrî nîwey duwemî hawcût bin. bew core şî’rane ke axrî herdû nîwekeyan hawcûtin ełên «mesnewî» wate dûnîweyî.

twanay şî’ir danan bo hendê kes behre û xwa pêdane be bî kesb û fêrbûn le layen şa’îrekewe. bo hendê kesîş be řenicdan û têkoşan û temaşa kirdinî esbab peyda ebê.

şî’rî cwan witin pêwîstî be zanînî siruştî kan û şînayî û gyandaran û mêjûy cîhan û bîrewerîy řûdawekan zanînî «ḧeqîqet» û «mecaz» û «teşbîh» û «kînayh» û «zirb alimsil» û pendî pêşînyan heye. betaybetî «teşbîh» dewrî zorî cwanîy honraweda heye. ca eger însan tenha bitwanê pexşan bihonêtewe ewe le ’erebî û kurdîda pêy ełên «şa’îr». eger şî’rekanîşî me’nay munasbyan tyabê pêy ełên «ḧekîm» wek şî’rekanî se’dîy şîrazî û nîzamî û bêdil û em core şa’îrane.

şî’ir dewrî le geyandinî metłebda zore. wa’ebê dostî le nêwan dû taqim dujmina dirust eka û wayş ebê be pêçewanewe. xełk han eda bo awedanî û abûrî û dadperwerî û řastî û wefa û řagirtinî ’ehd û peyman. her şî’rê wabê payey lay ademîzad bizre û lay xiwayş pesende. em core şî’rane zor merẍûbin û pêẍember dirûdî xway lê bê be «ḧîkmet» nawî birdûn.

bełê eger şî’rê medḧî fîsq û fucûr û sitemkarî û nahemwarîy ademîzad bika ewe be qisey hîç û pûç da’enrî û qîmetî ne lay xwa û ne lay ademîzadî jîr nîye, bełku pêwîste her şa’îrê şî’rî lewcore biłê le komeł dûr bixrêtewe çunke bûnekey zerere bo komełî ademîzad û jyanî mayey mirdinî komełî ademîzade.

şu’era herçen zemyan kirawe
be wesfî «ẍawî» nawyan birawe
ẍawî gumřaye be me’nay witar
be çend delîl û be çend î’tîbar
bełam lew zeme îstîsna heye
le ḧukmî ’umûm îstîẍna heye
şa’îrî pakî pakîze kirdar
meḧbûbe be ḧeq lay perwerdigar
çunke honrawey xawen ḧeqîqet
pire le me’na û esrarî ḧîkmet
gelê besûdin bo amojgarî
bo ḧîfzî mutûn be asankarî
bo dařiştinî wirde me’anî
bo řêkxistinî karî mebanî
leser teşbîh û ḧeqîqe û mecaz
be îsti’arey naskî diłxiwaz
lebo kînaye û te’rîz û telmîḧ
lebo tedqîqî zahîr û serîḧ
taybetî lebo dił be hêz kirdin
bo xořagirtin, bo hełmet birdin
bo sebir leser karesatekan
ewaney ke dił exene tekan
le bo hêzî dił bo karî nefsî
lebarey maddî ya řoḧî û qudsî
bo yad’awerî fîrqey pêşînan
dewre be dewre zeman be zeman
bo terẍîb leser mînhacî ewan
bo serkewtinî mî’racî ewan
bo yadî yaran le řojgaran
ta dił bête coş, çaw bête baran
bo derkirdinî xefe le derûn
bo selametîy derûn û bîrûn
be’zê honrawe merheme bo dił
dił peřey gułe dûr bê le çiqił
bo nîşandanî yasay ustadan
katî te’lîmî tîpî şagirdan
hemû tenwîrin bo diłî beşer
bo hênanî xêr ya bo def’î şeř
taybetî şî’rê daray ḧîkmet bê
le fîkirî bîkirî xawen hîmmet bê
leser fermûdey be sûdî ḧezret
le beyane sîḧir, le şî’re ḧîkmet
leser em yasa şî’ir cwane
şyawî şanî edîbekane