bisim alilh alirḧimin alirḧîm
alḧimd lilh rib al’almîn, walsilaة walsilam ’ilî ḧibîbih û risulh alamîn miḧimd sîd alanbya’ walmirsilîn, wi’lî alh û siḧbih acmi’în, û atba’ih baḧsan alî yum aldîn.
û bi’d, bizanin xuday te’ala «cilit qidirtih» wekû ’alemî dirust kirduwe, be’zê le dirûstikirawekanî xoy be beş û behrey beqîmet xełat kirduwe. ’eqił û hoşî dawe be ademîzad û luẍetî îlham kirduwe bo derbiřînî mebestî xoy û witarî pexşan û honrawey pêdrawe. ew honrawane leser çend yasa bekarhênrawin ke xelîlî kuřî eḧmedî ferahîdî le «’iruz» ke şwênêke le ḧîcaz îlham kirawe bew yasayane û hemûy zebit kirdûn û řêwşiwênî bo danawin, boye ’îlmekey meşhûr buwe be ’îlmî ’erûz be nawî cêgey îlhamekeyewe.
herwa edeb û şî’ir le zimanî ’erebda bawe, le zimanekanî tirîşa herwa bawe leber’ewe ke pexşan û honrawe le pêwîstîy jyanî însanin. her qewmê lem meydaneda le qewmekanî tir dwabkewê îtir her paşekewtû ebê.
ême ew parçe ’irebîyaneman berawird kirdûn û dîwmane le wêneman le zimanî xoyşimana hen û zyad lewaneyş gelê parçeman heye le ’erebîda wêneyan nîye. ême be gwêrey twanay xoman hendê lew parçe şî’re kurdîyane enûsînewe ke wêneyan le ’erebîda nîye û çîy tirîş hebê ḧewałey bîr û hoşî birayanî hawnîştimanî ekeyn. honrawe hercor bête ser ziman madem beşekan le naw xoyana řêk û cor bin başe. bełam hendê yasayş heye çawdêrî kirdinyan cwantire. honrawe eger taqe beytê bê pêy ełên «ferd» wate tenha û taqane. eger dû şî’rîş bin pêy ełên «řuba’î» çunke çwar nîwe şî’re. ca eger honrawe be yasay ẍezeł bê her ewende pêwîste axrî nîw dêře şî’rekan weku yek bin.
şa’îr ełê:
xo eger hatu leser yasay qesîde bû, ewe tenha ewende pêwîste axrî şî’rekan leser yek ḧerf bê û axrî nîwey yekemî yekem şî’rîş legeł axrî nîwey duwemî hawcût bin. bew core şî’rane ke axrî herdû nîwekeyan hawcûtin ełên «mesnewî» wate dûnîweyî.
twanay şî’ir danan bo hendê kes behre û xwa pêdane be bî kesb û fêrbûn le layen şa’îrekewe. bo hendê kesîş be řenicdan û têkoşan û temaşa kirdinî esbab peyda ebê.
şî’rî cwan witin pêwîstî be zanînî siruştî kan û şînayî û gyandaran û mêjûy cîhan û bîrewerîy řûdawekan zanînî «ḧeqîqet» û «mecaz» û «teşbîh» û «kînayh» û «zirb alimsil» û pendî pêşînyan heye. betaybetî «teşbîh» dewrî zorî cwanîy honraweda heye. ca eger însan tenha bitwanê pexşan bihonêtewe ewe le ’erebî û kurdîda pêy ełên «şa’îr». eger şî’rekanîşî me’nay munasbyan tyabê pêy ełên «ḧekîm» wek şî’rekanî se’dîy şîrazî û nîzamî û bêdil û em core şa’îrane.
şî’ir dewrî le geyandinî metłebda zore. wa’ebê dostî le nêwan dû taqim dujmina dirust eka û wayş ebê be pêçewanewe. xełk han eda bo awedanî û abûrî û dadperwerî û řastî û wefa û řagirtinî ’ehd û peyman. her şî’rê wabê payey lay ademîzad bizre û lay xiwayş pesende. em core şî’rane zor merẍûbin û pêẍember dirûdî xway lê bê be «ḧîkmet» nawî birdûn.
bełê eger şî’rê medḧî fîsq û fucûr û sitemkarî û nahemwarîy ademîzad bika ewe be qisey hîç û pûç da’enrî û qîmetî ne lay xwa û ne lay ademîzadî jîr nîye, bełku pêwîste her şa’îrê şî’rî lewcore biłê le komeł dûr bixrêtewe çunke bûnekey zerere bo komełî ademîzad û jyanî mayey mirdinî komełî ademîzade.