basî şî’rî ’erebî

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  1309 views
xuda ke wîstî şitê řû bida
esbabekanî amade eka
wîstî teşhîrî beḧûrî edeb
taybetî leser zimanî ’ereb
heta derkewê kelamî xuda
le eş’ar nîye û dûre le hewa
bizwandî diłî řûnakî xelîl
bo basî eş’ar be wezin û teḧlîl
ca çû bo ḧîcaz ḧecî beytulla
be řicay řeḧmet le zatî xuda
ta le «’iruz»da nizîkî ta’îf
xwa lêy kirdewe dirgay me’arîf
be ’îlmî «’iruz» îlhamî kira
dergay mîzanî şî’rî pê dira
buḧûrî eş’ar ewey meşhûre
le naw ’ereba nizîk ya dûre
be şazde beḧir mîzanî danan
lelay edîban desnîşan kiran
«bisît» , «tiqarb» , «xifîf» û «riciz»
«rimil» û «sirî’» ey biray nebez
«rimil» û «midîd» , «mictis» , «mizar’»
agalêbûnyan karêke nafî’
lepaş emane ca «miqtizb»e
emîş beḧrêkî şî’rî ’erebe
emcar «minsirḧ» ca «mitdark»
«kamil» û «wafir», «hizc»y nask
maddey terkîbî mîzanî «’iruz»
mîzanî serfe «baluce alimfiruz»
ḧurûfî ’îlle û mîm û sîn û nûn
legeł ḧerfî tê ey biray me’mûn
be nawî «’iruz» nawî bo dana
çun le «’iruz»da emey dahêna
te’rîfî ’îlmî ’erûzî şerîf
bot beyan ekem ey biray letîf
’îlmêke new’î ewzan bas eka
sengî honrawet bo qyas eka
mewzû’î wezne, ẍayeyşî bizan
cyakirdinewey şî’re le pexşan
zanînî ferze ferzî kîfayet
bo ḧîfzî qur’an ayet be ayet