nifî alsifih bayham asbatha

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  542 Dîtin

sîhem: «nifî alsifih bayham asbatha»ye wate be guman xistine diłî bûnî sîfetêk le kesêka ew sîfetey lê nefî bikey. bo nimûne pyawêkî huşyar witûye: ewaney legeł xway xerîkin bîrlêkirdinewey małî dinya xerîkyan naka.

îste em qiseye wa egeyenê ewaney legeł xway xoyan xerîkin małî dinyayan heye, bełam małî dinya natwanê dił û derûnyan bigrê û xerîkyan naka, le katêka ke emane her le bineřetewe małî dinyayan nîye ta xerîkyan bika.

«namî»yiş bem şî’rane nimûney bo em sin’ete hênawetewe:

’aşiqî bała û kałay wefayî
řêy lê nagrê xemî dinyayî
talîbî řezay diłî diłdaran
manî’î nîye mertebey şaran
ewey diłsoze bo musułmanan
manî’î nîye tê koşê bo nan
dinyay lê bibê be tenûrî sûr
her tê nekoşê be hêzî şu’ûr
dinya îxlase û mabaqî îflas
muxlîs gwê nada be nizîk û dûr
ba řeşeba bê ya şiney şemał
dinya serma bê ya germay bedḧał
«namî» ’aşiqe be yadî yaran
herweha ejî le řojgaran