aftitan

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  584 Dîtin

bîst û ḧewtem: «aftitan»e ke birîtîye le kokirdinewey çend corî cyacyay pyahełgutin û te’rîfkirdin û zemkirdin û çalakî û temełî û zanist û kar û pirse

û pîrozbayî û şitî lem çeşnane. nimûney eme wek lem çwarîne ’erebîyeda:

wilqid zikirtik walirmaḧ nwahil
minî, wibîz alhind tiqtir baldim
fuddit tiqbîl alsîwif lanha
limi’it kibarq siẍirk alimbitsim

«namî»yiş, her lem nimûneye witûyetî:

herçende eřom bo naw gułzarê
serwê ebînim le gwê cobarê
yarim dête yad lenaw cwanana
şêt ebim eřom řuwew kosarê
***
diłberim lenaw gişt diłberana
wêney sosene le mêrẍuzara
ta ew dyar bê guł bêqîmete
wek wenewşeye lenêwan xara
***
min wa’ezanim firîştey ẍeybe
bedkarîş ełê sertapay ’eybe
min gwê nagirim bo watey bedkar
watey ew hemû guman û řeybe
***
ew çîy le bedî zyatir pê ekirê
berhemî çîye ẍeyrez tane û tîr?
bom bilwê satê be qerzî nadem
eykem be pendî hemû cwan û pîr