tifrîẍ

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  654 Dîtin

bîstem: «tifrîẍ»e ke eweye ḧukmê bo şitêkî pêwendîdar be şitêkewe îspat bikirê paş ewey ke ḧukmêkî tir bo pêwendîdarêkî tir pêyewe îspat bikirê.

nimûney em wek ewe ke şa’îrî ’ereb witûye:

fazit yidah balinzar kima
fazit zibaة fî aluẍî bidmî
«namî»yiş bo nimûne be kurdî witûye:
bałay diłdarim wêney dar tele
sîney perwerdey suxmey ẍezele
çawanî cwanî mestin bebê mey
lêwî yaqûte, memkî zerdebey
řewtî be şêwey řewtî ẍezałe
’aşiq epêkê û ełê menałe
danî be wêney daney mirwarî
demî wek xunçey baxçey beharî
neş’ey nefesî neş’ey beheşte
’etir û guławî kej û ko û deşte
ax boçî diłber nebû be yarim
ta tîmarî ka diłey bîmarim
bo nayê bonî bida le diłim
diłim bigate şabaxçey gułim
«namî» diłekey gelê bîmare
pêkirawî nûkî birjangî yare