ḧisin ti’lîl

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  914 Dîtin

nozdehem: «ḧisin ti’lîl»e. em sin’ate birîtîye lewe ke beyanî ’îlletêkî munasb bikirê bo wesfê be î’tîbarêkî naskî nawaqî’î û naḧeqîqî. emeyş leser çwar beşe, çunke ew wesfe ya heye û mebest beyanî ’îlletekeyetî, ya nîye û kabra eyewê îsbatî bika, beşî yekemîş ya be ’adet ’îlletî bederewe nîye, ya ’îlletêkî heye ẍeyrî ew ’îlletey beyan kirawe. beşî duwemîş ya mumkîne ya mumkîn nîye.

nimûne bo em çwar beşe beřîz bem coreye ke lem şî’raney «namî»da beyan kirawe. «wêney yekem»:

hewrî beharan nařêjê baran
bo muqabeley şay keremdaran
bełam tay lê dê le desnidey yar
areq eřêjê leser dyaran

îsta baran řiştinî hewr le waqî’da delîlî heye ẍeyrî em ’îllete ke beyan kirawe. dyare gyanleber nîye ta tay lê bê le înfî’alda. em ’îlleteyş ke beyan kirawe şitêkî îddî’a’îye.

herweha wek lem şî’raneda:

wenewşey bonxoş le kenarî co
xoy enwand wêney gêsûy xoşboy to
qeza zimanî kêşaye dwawe
ta xoy nenwênê lay to serleno
***
biroy kewane û birjangî wek tîr
katê eřwanê dił eka esîr
xuda way lê kird ta ’alem biłên
diłber řawçîye û diłdaran nêçîr
***
řuxsarî yarim ’alem araye
mêwî yaqûtî şahan řewaye
dirust kirawe be şêwe heta
pyaya hełbiłên hetahetaye

«wêney duwem»:

yarim nayewê ’aşiq bikujê
eyewê bedkar xwênî bimjê
giftî pê dawe pêwîste wefa
herçend bê tawan xwênî eřjê

«wêney sêhem»:

řeqîb řeqabet gelê besûde
’aşiq geyşte ewey meqsûde
çawî pêwîste bo bînînî yar
nethêşt kwêr bibê, meni’it besûde

«wêney çwarem»:

zuhre û muşterî dû derdedarin
’aşiqî gonay gułnarî yarin
şew ke yarim nûst ewan ewestin
wêney êşkiçîy lay şehryarin