alimbalẍة alimqibulة

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  894 Dîtin

ḧevdehem: «alimbalẍة alimqibulة»ye. mubaleẍe wate zyadeřewî û le řade derçûn. emeyş sê corî heye, çunke ew şite mubaleẍe tya kirawe ya be ’eqił mumkîne û řêy tê eçê û be ’adet lewaneye bibê, ewe «miqbul»e û le ’urfa pêy ełên «ti’lîq». ya be ’eqił mumkîne û be ’adet lewane nîye bibê, ewe pêy ełên «aẍraq». ya be ’eqił mumkîn nîye û kewate be ’adetîş nabê, ewe pêy ełên «ẍilu». em coreyan mayey hera û nakokîye çi bo tak û çi bo komeł.

wêney mumkînî ’eqłî û ’adetî eweye ke xway gewre efermiwê: «zilmat bi’ziha fuq bi’iz, aza axirc yidih lim yikid yiraha».

«namî»yiş herweha bo bo nimûne ełê:

diłî bedkarim ewend tarîke
řêgay xeyałî têda barîke
tarîkîy kîne û pestî û bedxiwahî
xistûyete naw perdey syahî
diłê biřwanê bo řojî řûnak
zeḧmet eybînê be sayeqey pak

nimûne û wîney eweyş be ’eqił mumkîn bê û be ’adet mumkîn nebê, wek ewe ke şa’îrî ’ereb witûye:

û nikirim carna madam fîna
û nitbi’ih alkiramة ḧîs mala

«namî»yiş herwa bo nimûne ełê:

diłî diłberim ewend řûnake
wêney awêney bêgerd û pake
eger biřwanî bo řuxsarî yar
eybînî leser felekî dewwar