ticrîd

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  682 Dîtin

şazdehem: «ticrîd»e ke eweye le şitê ke sîfetêkî hebê şitêkî tirî wek xoy hełkiřênî ca be te’rîfkirdin bê ya be zemkirdin.

nimûney eme wek lem ayeteda ke efermiwê: «lihim fîma dar alxild», ya lem řiste ’erebîyeda: «liqît minh asda».

«namî» xawenî em řazaweye bo nimûneye bo nimûney em core sin’ete ełê:

’aşiq eweye be dił û serê
hezar ’aşiqî lê hełbiwerê
xoşewîstîy řast waye bitewê
çend xoşewîstîy lê des ekewê
hîcrêkî wam dî le hîcrî diłber
sed car le hîcrî diłberan bedtir
dostêkî diłberim dostêkî waye
çend dostî tirî têda peydaye
dostî wam heye hezaran kese
herkam bo karî pîrozît bese
sîne guşad, saḧêb enware
zimanî xoşe û şîrîn guftare
xawen sefaye, xawen wefaye
dił bê bexşînî cwan û řewaye
ke nexoş kewtim duktorî derde
be dił ew bigre û ẍeyrî ew berde
xozge le herdû dinyada yarim
ebû be hawřêm bo xoşîy karim
çend dił le dinya cêgey girtuwe
bo barî qeza xoy řagirtuwe
hîwam eweye boman bimênê
sefay derûnman lebo binwênî
le her wiłatê yarêkî weha
be destit kewê piř nirx û beha
ebê hemîşe dawêney bigrî
qet berî nedey hetakû emrî
«namî» emeye wîrdî zubanî
her «ya dost!» ełê ta řûy nemanî