sereta

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 8 Xulek  896 Dîtin
her le seretay em sałeda (1957), bergî yekemî «řiştey mirwarî» le jêr çap derçû, biław buwewe. biławbuwewe û kewte dest ew xwêndewar û małane ke řeng bê ta êste kem kitêbî kurdî bew core leber destî xwêndewar û xêzanî mała, peře peře kirabêtewe bo xwêndinewe. her em baweşgirtiney ewan bû, ke bû be hoy hanedanî min bo ewe be zûtir wext bergî dûhemîş le jêr çap bête derewe. min ew hestey ewanim lebîr naçê; ewem lebîr naçê ke qewmî xoşewîstî kurd hestî bewe kird ke xwêndinewey zimanekey û nûsîn be zimanekey xoy, derwazeyekî here gewrey bextyarî bo exate ser gazî pişt. legeł emeşa namewê seretay bergekey tir lêreda bixeme berçaw; çunke lewêda heye, bełam emewê yek dû şitî tir heye ewe bixeme bîr: yekem wekû eyzanîn edebî berzî kurd ta em dewrey dwayye be zimanî kurdî kem car xoy beser qaqezewe dîwe, û eweş ezanîn ke hîç qewmêk bê edeb nebuwe û nîye. ke ew qewme hebû edebîşî hebuwe. edeb saqetey darêke û liq û popekey beser qewmekanî ’alemda biław buwetewe. le her liqêkewe her gułêkî lê bibêtewe, ew gułe eçêtewe ser qefî dareke. le her liqêkî her gułêk bonêk bida, ew bone nizîkî heye legeł bonî gułî liqekey tira. înca hendê lem liqane wa řê ekewê ke zyatir xizmet ekirên, gułekanyan geştir ebin. hendêkîşyan destî xizmetyan nagatê her legeł tebî’eta eřon û geşe û bujandineweyekî wayan lê dernakewê. eme carê ewey be ême pîşan da ke bineçey edeb şitêkî ’alemîye û řegekey taybetî nîye be hendê qewmewe û hendêkî lê bêbeş bê. ta em dewrane -û bigre êste zyatrîş- qewmî kurd dirawsêtî û têkeławî legeł qewmî ’ereb û farisda buwe. legeł ’erebda be hoy dînewe, legeł farisda be hoy ḧukim û be hoy xoşîy zimanî farsîyewe. ke em zimaneş le řastîda le zimanî kurdî buwetewe; bo têgeyştin leme dyare kitêbî «mêjûy edebî kurdî» ’ela’edîn secadî exwênrêtewe. zimanî em dû qewme le hendê şitda cêgay xoyanyan le zimanî kurdîda kirdewe, le ḧeqîqeta bo têgeyştin û řastkirdnewey edebî řasteqîney kurd û derhênanî kirokekey le zanînî ew duwe hîçî tir pêwîst nîye. mebestîş le şitekey tir, zimanî awrupayye; bo zanînî edebî kurdî zanînî zimanî awrupayî şerit nîye. mebestim řîşey zimaneke nîye; řîşeke yekêke ewe hîç; çunke herdû layan arîn. mebestim terzî edebekeye. em zimane hatûçoyekî legeł zimanî kurdîda nebuwe ta edebekey xoy le zimanî kurdîda cêge bikatewe, meger lem çend sałaney dwayyeda nebê. a lem bereyeda ke êste hemûman mawîn eweş înkar nakirê ke hêşta ne edebî ême le diłî ewana cêgay buwetewe, ne hî ewan le diłî êmeda. be pêçewaney ’erebî û farsîyeke be hoy dîn û ḧukmewe le diłî êmeda cêgay xoyan kirdewe; bełam daxekem! hî ême le ẍeyrî me’na -û dannenan bew me’nayeşda- le diłî ewana hîç şwênêkî boxoy dagîr nekird. ca qise lewewe bikeyn ke em dirêjemane leber ewe hênaye nawewe: edebî farsî gelê karî kirde cergî edebî ’erebî. way lê hat serçawey edebî ’erebî bû be edebî farsî. emeş be hoy ewewe bû ke ’ulema û edîbekanî fars be hî dînewe xermanî xezney edebî xoyan hełřişite naw zimanî ’erebî û zimanî ’erebî be hoy dînewe wirdewrde perey send, le zarewe kewte ser qaqez, me’na û ḧikmetî le zimanekanî tirewe wergirt û xistîye naw xoyewe. ’alme ’erebînûsekan -ke le 90% ’erebîş nebûn û dîn û zimanî nûsînyanî kirdibû be zimanî ’erebî- ke ehatne ser nûsînî edeb û gêřanewey şitêkî edebî, eyannusî: «qal a’rabî, ya ray a’rabî, ya sim’ a’rabîErebî» ba ew witin û bînîn û bîstineş leser şaxekanî «zagros»ewe ya le deştekanî «îndinosya» û «endulus»da buwaye ew her eyut: «qal a’rabî, ray a’rabî, sim’ a’rabîErebî». zimanî dîn lem hemû şwênaneda biław bûbowe û bibû be zimanî nûsîn. ’almî ’erebînûs eger seyrî bikirdaye le binarî kêwekanî kurdewarî kabrayekî kurd şitêkî kirduwe ya witûyetî, ew le kitêbe edebîyekey xoya her eynûsî: «qal a’rabîErebî»; û ya kabrayekî «selit»y le espanyada şitêkî bibînyaye ew eynûsî: «ray a’rabîErebî». herweha kabray hindî le îndunûsyada şitêkî bibîstaye ew xêra eyxiste ser qaqez û eynûsî: sim’ a’rabîErebî. bem «qale û ri’ey û sim’Erebî»ye edebî ’erebî geyşte çiłepopey berzî. emeş min nałêm ’alim û ya edîbe ’ereb û ’erebînûseke be nyazî xirap emeyan kirduwe; nyaz xirap nebû, bełam çonîyetî zeman wabû. ’almêkî kurd, ’almêkî hindî, ’almêkî îndunusî karesat û ya qiseyekî le gund û ya şarekey xoya ebînî, leber ewe nûsîn be hoy dînewe be zimanî ’erebî buwe, karesatekey enûsîyewe û karesat be me’nay ẍeyrî ’erebî û be zimanî ’erebî ekewte naw edeb û kitêbî ’erebîyewe û ebû be edebî ’erebî. edîbe tazekanî ’ereb dûr nîye eme derbibřin. eme dewrey edebî ’erebî wa, înca ’eynî dewreş bo edebî farsî zemawendî xoy her gêřayewe. em le ’erebîyeke gelê zyatir; çunke împiratorîyetî syasîy farsî û nazkî zimaneke emane seryan kirdibû be gelê wiłata. be kurtî zimanêk bû nûsînî pê enûsra û defterdarî kişwer û ya kiştukałî pê řêk exra. kabray edebî farsî, le her wiłatêk şitêkî çaw pê bikewtaye û ya bîbîstaye eyut: «dîdim» û ya «mirdî gifit». em karesat gêřanewey ewan leser qaqez be zimanî farsî ekewte naw kitêbî edebî farsîyewe û edebî zimanekey pê dewłemend ebû; ew edebe ke manakey hî zimanêkî tir bû û nûsînekey zimanêkî tir. bem core edebî em dû zimane pereyan send û dewłemend bûn û lem řojhełateda be tewawî biław bûnewe. yekê lew qewmane ke zimanî xwêndyan ’erebî û farsî bû -wekû witman- qewmî kurd bû. kurd hem pêy exwênd, hem pêy enûsî, ta le axra way lê hat her şitêk bibwaye ewtira: «eme le fiłane kitêbî ’erebî û ya filane kitêbî farsî»da nûsrawe û ebû be małî ewan. wekû êste eger şitêk be kurdî binûsrê ełên: xo eme le ’erebî û ya le farsîda heye û ya lewanewe wergêřawe. keçî legeł eweşa eger biçne binc û binawanîyewe wa nîye. wekû le seretawe basman kird, carê edeb şitêkî ’alemîye û taybetî nîye be qewmêkewe. dîsan ew şite ke le ’erebîyeke, û ya farsîyekeda nûsrawe boçî ebê be lay eweda neçin ke biłên eme hî êmeye û ẍełbey ew zimanane daypiçřîwe boxoy? boç ebê ewe biłên ke eme hî ewane û lêyanewe wergêřawe? legeł eweşa ke ême le berebeyanî mêjûmanewe edebman hebuwe, ewende hebuwe destî zor, nûsînî lê dagîr kirdûyn û bem zimaney xoman nenûsrawe. be pêy em dirêjepêdane lam waye ewaney ke tozê le ḧeqîqetî ’îlim û le te’abîrî qewmî bikołnewe êtir ekewnewe ser ew baweře ke carêkî ke şitêkî tirî wa nełên û neçin be lay ew qiseyeda ke her şitêkyan berçaw kewt xêra biłêyn: «eme le farsî û ya le ’erebîyewe wergêřawe». bełkû ebê bikewne ser ew baweře ke gelê şitî ême hebuwe û kewtote zimanî tirewe. dûhem; lew şitane ke emewê lem seretayeda bîłêm qiseyekî cwanî «miḧemed ḧisên heykel»e. em zanaye kitêbêkî heye le jêr nawî «alfaruq ’imir»da. basî çonîyetî jyanî ’umer û pêgeyştin û şexsîyet û hemû lapeřeyekî jyanî eka. le bêşkey darewe ta bêşkey xak le axra ełê: «’umerêk ke xway řazî kird, împiratorîyetî îslamî řazî kird, be řiştinî řêçkey qezawet û dadperestîyekey ẍeyrî îslamekanî dewrî xoy û paş xoşî her řazî kird, keçî hêşta her mayewe ke netwanê řazî bika, û ya lêy řazî nebê, ba ew keseş her taqe kesê bê ke wekû ebû lulo bê» 2657/5/2 kurdî