dû kabra çûne lay qazî yekêkyan witî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  939 Dîtin

dû kabra çûne lay qazî, yekêkyan witî: qurban em kabraye kemançeyekem hebû dizîwyetî. qazî řûy kirde kabray tir witî: řołe to çî ełêy? witî: lêy bipirse qurban bizanî be çîya ełê hî mine? aya şahîdî heye? qazî le dawakerî pirsî. ewîş witî: bełê qurban dû şahîdim heye. şahîdî hênan û dawa lêkiraw witî: qurban lêyan bipirse îşyan çîye, ca ew wexte bizanî bo şahîdî dest eden yan ne? qazî lêyanî pirsî: yekêkyan witî: qurban min zûřnajenim, ewî tirîşyan witî: qurban minîş dehołkutim. qazî řûy kirde kemançediz û witî: «kemançekey pê biderewe. goya bo kemançe şahîdî lemane ’adłitirit dewê?»