ey mela to qet to le zerfênda weha xêra nebûy

le wextî zerfênda
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 1 Xulek  2009 Dîtin
ey mela to qet to le zerfênda weha xêra nebûy
ya le ḧîzîy bextî min ya moreket mûy pêwe bû
ḧał le sê xałî nîye tu xuda beřastî pêm biłê
mûy simêłit ya berit ya kilkî yabûy pêwe bû
wa dezanim mûy řizîwî pêstî debbaẍxane bû
çunke asarî ketîre û cewt û mazûy pêwe bû
peşmî paşt bo mezende çunke wextî řojhełat
dîqqetim kird dewr û piştî zerfekan gûy pêwe bû
mûy segî giřwêş weha nabê betexmîn sed hezar
řişk û espê û kêç û kehle, kirim û kiřnûy pêwe bû
elẍerez dû pişkî řoḧim çû le tirsan ew şewe
hênde dûpişk û hezarpê û mar û mêrûy pêwe bû
qaweçî řûy sînîyekey herçend benînok hełkiřand
qel’î asarî nekird hêşta beşî toy pêwe bû
zor nema bû bonî sergîn bimkujê, wa tê degem
tûkî bin kilkî ker û bargîrî mirdûy pêwe bû
dawekey mûyîn û giřwînit bekarî hîç nehat
gerçî herlayê dûsed efsûn û cadûy pêwe bû