destêkî heye «mestî» efendî le keremda

bo mestî efendî
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 1 Xulek  2919 Dîtin
destêkî heye «mestî» efendî le keremda
mîhmanî ’ezîzî heye da’îm le ḧeremda
elḧeq jinekey muşfîqe derḧeq be ẍerîban
sed ganî be řom da û hezarî be ’ecem da
hênd kêrî hetîwanî be kuzda çuwe dakî
destêkî şikabû be minałî le şikemda
ber zerbetî kam kêrî qewî kewtuwe axo
bew derde çuwe sa’îdî «mestî» le řeḧemda
ḧeqqa ke «mecîdî» kuřî zor teb’î cewade
sed ganî beyek leḧze be bê pûl û direm da
gewwida û teres, mulḧîd û bê dîn û munafîq
murtedde, nîye mîslî le misqof û ’ecemda
bo seddî řehî «mestî» weku tepłî sikender
awazî dehołî kuzî dakî le ḧeremda
ew kêre ziley kê bû le kêlanî fetaḧ beg
miştêkî kutaye kuzî, miştêkî le dem da