nawname

Li pirtûka:
Çwar Namîlkey Elî Şerîetî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 6 Xulek  1465 Dîtin

xwênerî beřêz! ew nawaney lem nûsrawe tûşyan dêy û nayannasî, lêreda boyan biřwane. ewendeş bizane ew nawnameye hî mine û wergêřawî nûsrawî şerî’etî nîye. hejar

ebûzeř: nawî cundub kuřî cunade, le hozî çołperistî «ẍîfarî» buwe. sałî 32 y koçî mirduwe. çwaremîn ya pêncemîn kesêk buwe ke hatote ser ayînî îslametî.

le şarî şam dijî me’awye dwawe; ke koşkî keskî be hejde bar zêřî darayî řeş û řûtî musłimanan binyat nawe. me’awye şikayetî le lay ’usman kuřî ’effan ke ewsake xelîfe buwe lê kirduwe. birdûyanete medîne. le medîneş le ser texşan û pexşan û befîřodanî darayî musułmanan be gij ’usmanda hatuwe. le medîneş derkirawe û bo şwênêk be naw «rebeze» nardirawe ke ta jyawe lewê buwe. ke mirduwe ewendey nebuwe beşî dû geze cawî kifnekey bika.

endeles: le naw mêjûy pêşûy ’eřebanda seranserî îspanya û purteẍałî êstekane degrêtewe. sałî 92y koçî xezakeranî musułman be serkirdayetî tarq benî zyad nawêk ke ’ereb nebû, beřbeř bû destyan be dagîr kirdinî kird. bere bere ta ser çomî «lwar»y feřenseşyan ajot. ḧukmî ’erebî û îslamî bo mawey 805 sał le ewrûpa berdewam bû. sałî 897 y koçî, sêhemîn řojî sersałî 1492 y zayînî, xacperistan dwamîn ḧakmî ’erebyan le urûpa wedernawe û îtir ḧukmî îslametî lew wiłate dwabřaw bû.

bûda: kuřî fermanřewayekî gewrey wiłatêk le lay nîpał le bakûrî binars bû. le temenî bîst û no sałda wazî le jin û mał û kuř û xoşguzeranî xoy hêna; bû be ’ebdał be şwên xwa bedî kirdin. le encama le bin dare hencîrêkda tîşkî xuda xoy nîşan da û nihênî bo řûn bûnewe û kewte bîr řûnak kirdinewe.

bûda dełê: jîn zincîre azarêke; xwastî newsî binyademîş serçawey ew azareye ta pyaw heye û le ser dinya dejî, heway news çel û mil milî girtuwe û gewî azar natrazên. kewabû heta heyn pestîn. gereke le çakî û pakî û bê-azarî caneweran barî ewlaman hełbestîn. hestî û xoşî bo pyawî xas le paş merg dest pê deka.

zor le sofyekanî êmeş le ser em bare řoyştûn. wek şa’îrî hereberzî kurdewarî (mewlewî) tawegozî defermiwê:

bała kerdewe meyl ew lay pestî
wirdîkłanen derwazey hestî

busu’e: jak binînî busu’e gewretrîn witarbêjî dewranî xoy le feřense sałî 1627 y z. hatote dinya. leley kuřî «lu’î çardehem» buwe. pêhełgutin û şîwennamekanî benawbangin. sałî 1704 y z. mirduwe.

dîlfî: perisgay zor benawbangî yonanî lemêjîneye ke êstaş le binarî çyay «parnasos»da şwênewarekey her mawe.

dîmustins: yan dîmustin, le 384 ta 322 ber le zayîn jyawe. witarbêj û demparawî xawennawî heregewrey yonanî zemanî xoy buwe.

zerdeşt: le zimanî awêstayîda zeretuştire; wata xêwî wiştire zerde. xełkî lay golî wirmêye. be watey peyřewekanî le nêwan çerxî ḧewt û şeşî pêş zayînda jyawe. le dest neyaran řay kirduwe û çote ser çomî «ta’îtî» ke ew çome le gurganewe dête xwar. firîşte hatote lay û diłî le pîsî û gemarî em cîhane şitotewe û birdûyete ’asman û kirdûyete mîwanî xwa. be diłxoşî hatotewe ser zemîn û xwa hêz û qewetî dawe be ser dîn û dujminanîda ke le řex golî wan jyawin û nawî dêwanyan lê nawin zał kirawe. guştasb şa, bawkî esfendyarekey řostem kuştî, zerdeştî pesind kirduwe û dînekey webřew xistuwe.

wêdeçê be hełeş çûbim bełam be bîrî kurtî xom çemî «ta’îtî» her heman çeme ke pirdî «tyetî» lêye û nizîk serdeşt hełkewtuwe. gurganîş be lay minewe «gewrkan»e ke mełbendî gewrkayetî ew dîwe. serdeşt be naw zerdeştewe naw birawe û pîtî «zê» be «sîn» gořawe. seyrî xoşîş lewedaye ke gundêk lew nawe heye nawyan nawe «hurimzawê» wata awedanî ahuremuzda. gundêkî dîş le şarbajêrî kurdistanî dagîrkirawî ’êraqe be nawî «hermin» ke tewaw ehrîmenekey benawbange.

sipartakûs: sałî 73 y p.z serkirdeyî koyley řomî girte dest û şořşî dijî zordaran û koyledaran hełaysand. beşî zorî le başûrî îtalya kewte dest û řizgarî kird. sałî 71 y p.z dujminan be serkirdeyî «kirasûs» û «yumîsîwis» sipartakûsyan şikand û le tołey ew şořşe da şeş hezar koyleyan xinkand.

selman: kabrayekî îsfehanî yan xełkî řamhurmuz buwe. le řêgada çetey ’ereb girtûyane û be cuwêkî benî-qureyzeyan firoştuwe. katê îmanî hênawe le aẍakey kiřdirawe û bote yekêk le yaranî herebeřêzî pêẍember.

sałî 35 yan 36 y koçî le şarî medayn ke patextî pêşûy êran buwe mirduwe. êstaş gořekey pîroze û ew şareş ke ewî lê nêjrawe ha be lay taqî kîsrawe û be «silman pak» naw birawe.

şwartiz: birtuld şwartiz, keşe û şîmîzanî benawbangî ałmanî le nîwey yekemî çerxî çardehemî zayînîda jyawe. zor sałan wayan dezanî bařût her ew dayhênawe.

konfişyûs: yan konfisyûs, sałî 551 y p.z hatote dinyawe. le temenî bîst sałîda kirawete wezîrî kiştukałî fermanřeway mełbendî «lû» ke êsta nawî şantonge. le akamda destî le karî dewłet berdawe û jyanî xoy terxanî hejaran kirduwe. le çîn û japon û řojhełatî dûr êstaş peyřewî zor zorin.

manî: wênekêşî benawbang ke be pêẍemberîş nasrawe. le dewranî şapûrî kuřî erdeşêrî babekanda jyawe û erdeşêr dînî manî biřew dawe. erdeşêrîş le sałî 241 y z. yan 240 z bote şa û le 272 zayînîda mirduwe.