diłberî bên mawerî, werd eḧmerê, řû gułşenê

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 8 Xulek  985 Dîtin
diłberî bên mawerî, werd eḧmerê, řû gułşenê
saq sitûnê, baz ’yûnê, tîr be xwên, kêl gerdinê
ḧorî cennatî ’eden, sîmîn tenê, pak damenê
lêw wekû yaqûtî kan, sî û dû didan duř me’denê
bewrî bê saman û řengîn pence û şêr efkenê
řû gułê, xał fulfulê, dił ẍafłê, mest bê xeber
new xetê, ney qametê, nûr cebhetê, gona qemer
afetî pîr û cewanan, tîrzenî can û ciger
çunke min bendey zelîlim, şewqî sewday tom le ser
pêm bike řeḧmê, fîdat bê can degeł miłkî tenê
serxoş û serdarî řendan, newciwan û nazenîn
mahî taban, sûřet û řuḧ aftab û nûr cebîn
’eqłî sûtand, dînî fewtand, afetî dunya û dîn
’eqił û dîn pak çû le des min, bûme řiswayî zemîn
boçî wa bê řeḧmî cellad, dîn betał û řehzenê?
ḧorîy belqîs řeng, serdarî řendan, baş baş
mubtelay dîdarî tom, dûrin le min ’eyş û me’aş
xwardinim xwênî ciger, derd û ẍeme, mîḧnet xeraş
ger to ustadî temat neccařîye, ey diłtiraş
jêrî teşwêt cergî min sorax bike ba eşkenê
diłbera însaf nîye hênde lebo to ẍem bixom
ez le daẍ û ḧesretî to qed çu çewgan, ser çu gom
çibkem ez ḧeq namkujê, zor ’aczim le jyanî xom
bay seba bonêkî xoş ger bê û le canan bênê bom
namewê ma tiştihî al’enfisFarsî be ḧukmîş bimdenê
’aczim, zarim, zelîlim, dił birîndarim be êş
namewê hîç kes, fîdat bê qewm û xizim, firzend û xwêş
xozyam bew derdedarî sî û dû sał derdikêş
bes nîye umêd heye merg ya şifayek bête pêş
nek wekû min na’umêd, dił ḧebsî çay bê řewzenê
xaneyî bê řewzen û bê der le min zîndan mîsal
mencenîq narî xelîl, piř newt û řewẍen tund û tał
way betîn kird kafrî bê řeḧim û însaf, dîn betał
pêy desûtê qelbî meḧzûn, qeqnes asa, xesteḧał
kûreyî piřîşk û pengir, awrî darebenê
her lewê řojê ke famim kird, ’îşq lêm bû duçar
her debû bo xom bizanim qet le min sûk nabê bar
her girantir řoj û şew, qinyat û qûtim jehrî mar
xełq guł û řîḧanî çandin, min ẍem û derd kiştekar
hate ḧasił yek be sed, hełbiřd zekatî xermenê
řojê sed şukirê dekem xalîq legeł min kird kerem
ba sebeb lefzî dexoş ez bûm le zîndan muḧterem
werne sed kes mîslî min metrûd, zelîl bûn û ’edem
ẍerqî gêjawî helaket bûm le destî barî ẍem
ax neçêjam şerbetî şîrîn le ẍunçey dehenê
yar dełê ḧeddî çîye bê çawî bê ’eyn û nezer
ew çi cêy lêye lebo min bêne ’ebid û xakî der
key lebo min ew buwe sełit û muceřřed, derbeder
pêy biłên kota bika lew lefiz û guftar û xeber
werne min pencem dekem řengîn be xwênaw û xenê
kes nîye emřo webîr bênê xeyałî şefqetê
biçte kin cananeyî min, ’erz bikatin wê xetê
pêy biłê hîcranî bot sûta le dax û ḧesretê
xalîqî bo ’asîyan nard ayetî la tiqinitErebîê
bełke wîş boman binêrê mujdeyî la tiḧzinErebîê
pirsyarim kird le ehlî me’rîfet ’aqił tewaw
daxo min sûçim çi bû, yarim le qetiłim bû be daw
nagehan bo min dehat şîrîn sedayek azFarsî nekaw
çunke sebirit girt le dinya, eḧmedî bê her dû çaw
ḧubbî yar detbate řewzey baẍî cennet çîmenê
aftabe sûřet û řû mahî taban, nûr cebîn
’eqłî sûtand, ’umrî tałan kird zewałî řahî dîn
dîn û dinyam pak le des çû, bûme řiswayî zemîn
serxoş û serdarî řendan, newciwan û nazenîn
lezzetî qendawe maçî le’lî leb, řû eḧsenê
qeddî tu ser û sinewber, ’eř ’eř û ney, newnemam
her ke min dîm, şîbhî mecnûn çûm le necdim girt meqam
ser be sewda, dił be ḧesret, şêt le řûy erzî geřam
boç le zarit kem debê ey diłberî şîrîn kelam
wek îmandaran biłêy carêk le sînem ser wenê
des lenaw des, dem lenaw dem, dił le ẍem xałî û feraẍ
gwêm le řazî zarî canan, ’etrî zulfan dirFarsî demaẍ
min desûtêm şîbhî perwane le pay şem’ û çiraẍ
daxuda min key debim farîẍ le êş û derd û daẍ
bêx û řîşey dax û hîcranim le binda hełqenê
padşahan padşahî terk kird, bûne geda
xak beser min, řojî wa xoş ḧeq lekwê bo min deda
ew kesey min boy sûtawim key deda bo dił dewa
kafrî bê řiḧim eger bom bête ser řêgey huda
şahî îqlîm gîrî wek min nîn le řub’î meskenê
hêndê xom parast nebûm lew dax û derde řestigar
kewte zincîr dest û pêy min, pêwe bûm, diłbend û zar
min kutim zincîrî depsênim şewêk hełdêm beẍar
dił kutî xakit beser bê miłkî wîn îslam, kufar
bo kwê hełdêy nabê řizgar kewtye beḧrî gêjenê
nakem ez bo xom hełêm řakem le des tîrî mujan
neşterî cerg û diłan ew qatłî ’aşiq kujan
xwên bexuř dê co beco, ser kird le damanim řijan
cerḧî dił řoj û şewê wa dayîme piř coş û jan
tîẍî to çî wêy kewê debřê zirê û cewşenê
diłberî serxoş û mest azFarsî ḧałî ’aşiq bê xeber
sût be dax û ḧesretî qelb û beden, can û ciger
hêndî min nałîm le dergat, hîç û pûç û bê semer
bes nebû ferhad eger ’aşiq bû, çawî bûn leser
ez bebê çawî çilon tey kem mekanî ermenê
xas û ’am lomet deken xełq ey zerîfî nûr beden
bê gunah û bê xeta kirdûte qestî can û ten
’eyb nîye bo ’aşiqan medḧî cwanan her deken
layqî meddaḧî to nîm, newnîhalî nêw çemen
bimke sergerd û fîday xałit le şîbhî sûsenê
’eyb nîye bo min řefîqan ger fîday kem řuḧ û can
çun serî kird xwên le çawim her wekû seylî řewan
derdî penhanim be me’lûmî ewa xoy kird ’eyan
xoşe be ziban û keçî nayête teqrîr û beyan
bûme sen’an min lebot ḧaşa le mał û meskenê
to xuda diłgîr mebe lêm ta fîdat kem řuḧ û can
awî xwênim dê le çawan her wekû seylî řewan
wek ’ereb sed car dexîylekFarsî her dełêm min el’eman
bew qiseş baweř ke nakey, ba zerîf bot kem beyan
bûm be sen’an min lebot, ḧaşa le dîn û mewtenê
ḧubbî yar şîre, diłim qazane, ’îşqî ḧeq hewên
noşî canî ’aşiqan bê, wan ẍem û derd her dewên
ḧesret û endohî yarim ta’etî řoj û şewên
ḧemdulîlla ba řyaḧîn toş lebo mey ẍemřewên
werne bo min qet tewaw nabê ẍem û derdî dinê
hîndîyanit sakînî textî cîhan abad bû
şaye her kes zû le qeyd û bendî wan azad bû
her kesê girtyan heta mirdin melûl, naşad bû
«’îşq bêstûnî le bin kend, naw lebo ferhad bû»
werne ew ḧeddî çi bû bêstûn be tîşe hełkenê
îştyaq û arezûy min dîtnî řûyî tuwe
şa kemendî tarî ḧułqum tarî gêsûyî tuwe
her kesê mayîl be şexsêke û nezer sûyî tuwe
qelb û řuḧî min fîdayî qeddî diłcûyî tuwe
qeddî tom ała û ’elem, beydaẍî sedrî qoşenê
eḧmedî korNasnava edebîy bê çaw to xot dexwazî wesłî yar
ger şew û řojê bikey efẍan û zarî û can nîsar
yar le sed me’şûqeyî qelbî wekû to sed hezar
dayîma her dûr debê, nayête ser qewl û qerar
nahumêd be, nabê qet destit ḧemayîl gerdenê
eḧmedî korNasnava edebî bes le ’îşqî xałî meḧbûban binał
’umrî fanî xot le sewday řûyî wan da ber zewał
na’umêd be qet le canan nageye baẍî wîsał
mifit û xořayî ḧîmarî jêrî barî mang û sał
kwêrî wek to herzego, bosêk dexwazî natdenê
eḧmedî korNasnava edebî ta bimênî to le dinyay piř xeter
bigrî bo xot dayîme, dawên be xwên û çawî teř
ser le řêy diłber mepêçe ger qebûłte xakî der
řojî cengî şaswaran kird ḧemayîl şa siper
toş dû destî yar ḧemayl bê le dewrî gerdinê