ela ey ’aşiqî dił saf, kelam kalilّؤliؤ alimkinun

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 4 Xulek  1186 Dîtin
ela ey ’aşiqî dił saf, kelam کەاللّûؤْluؤy alْmekْnûnErebî
le ewsaf û le medḧî yar, beyan ke şî’rî xoş mezmûn
beyan ke şî’rî piř lezzet, le medḧî yarî nûrcebhet
meke terk takû mawî qet, le řub’î sakîn û meskûn
etoy şadî diłî ẍemgîn, zewalî ’eqił û ’umir û dîn
weha şox û weha şîrîn, ḧebîbî mîslî to key bûn?
wekû to nîn û nabin kes, diłî meḧrûqî çun qeqnes
le ah û nałe nakem bes, ẍerîqî beḧirim û ceyḧûn
ẍerîqî mewc û gêjawim, giriftarim heta mawim
be narî ’îşq sûtawim, dił û can û ciger piřxûn
dił û can mayeyî derde, be ah û nałeyî serde
wekû perwane bê perde, desûtê şubhetî zeytûn
desûtêtin wekû şem’e, le çawanim dîyen dem’e
le min ẍem tîpî best cem’e, weko bûn bo diłî meḧzûn
eger nîzîk, eger dûrî, zyay zułmatî deycûrî
be şu’ley řûyî piř nûrî, dekey şems û qemer medyûn
řûyî to mahî şewgare, lebit le’lê şekebare
le min hênd dûr û bêzare, mîsalî bêkesî met’ûn
leber to sakînî narim, melûl û mat û xembarim
bê bar û xwîş û ẍemxiwarim, le kullî mexlûqat bîrûn
le qewm û xwêş û yar û ẍeyr, debûm aware şîbhî teyr
le baẍî yar nemkird seyr, dû çawim damî’î seyḧûn
dû çawim eşk řêjanin, hemîşe seylî baranin
mîsalî mewcî ’emmanin, nedîm ḧusinit be dîdey řûn
ne dîm sefḧey cebîn camit, dił û canim fîday namit
debêjim xakî eqdamit, be awî dîdekem me’cûn
be awî dîdekem quř bê, heta piř tabiş û giř bê
le ah û nałe dił piř bê, le destim ’eyşî dinya çûn
le dest ew diłberî canî, bûm yekcar fena û fanî
ẍem û endûh û hîcranî, diłî ’aşiq deka meḧzûn
be emrî qadrî me’bûd, wekû xoy qestî kird meqsûd
heweł, sa’et ke bûy mewcûd, mukeḧḧel, mextûn û medhûn
le řûy to mang û řoj tarin, lebit le’lî şekerbarin
le min çend dûr û bêzarin, mîsalî eḧmedî meftûn
mîsalî eḧmedî diłber, le şerq û ẍerb û beḧir û beř
to ’alem bûy be xêr û şeř, be emrî qadrî bê çûn
be emerî qadrî qeyyûm, ezî bedbextî talî’ şûm
heta key lêm nebê me’lûm, bibînim sûřetî mewzûn
bibînim sûřetî yarê, kenarî baẍ û gułzarê
be ’eynî şubhî beharê, wenewşe û swêsin û beybûn
wenewşe û sunbul û werdin, deway çendîn ẍem û derdin
mîsalî ke’be lêm ferdin, tewaf kem, ez bîla ’uyûnErebî
ela ey şafî’î muznîb, ḧebîbî meşrîq û meẍrîb
xelasim key şehî yesrîb, le destî ejderî mel’ûn
le destî nefsî emmare, heway dinyayî mekkare
degeł îblîsî bedçare, le mekirî kes nîye me’mûn
le mekirî kes emîn nabê, diłêk ḧubbî wî têda bê
ẍerîqî mewc û gerdabê, mîsalî keştîy meşḧûn
cîhan çun keştîy şeşder, bînay kird xalîqî ekber
be pênc û çwar tebeq yekser, mudewwer çerxî bê estûn
beheştî ḧewt û heşt agir, qedîm û qeyîwim û qadir
le řûy mexlûqî kird zahîr, be encum zînetî kirdûn
qełem, kursî û lewḧ û ’erş, zemîn û asman û ferş
zeman û hem cîhan her şeş, sebeb, toy xalîqî gerdûn
şew û řoj sa’et û weqte, meh û sał camî’î wexte
gił û aw, nar û bay sexte, be řesim û řewneq û qanûn
leqayî xalîqî mexlûq, lebo ’uşşaqî dił meḧrûq
bînay kird sedhezar me’şûq, le qetłî ’aşiqan me’zûn
hemû qettal û ’aşiq kuş, be ebroy qewsî piř cunbuş
mujey çun tîrî der gerdiş, be řux çun laleyî hamûn
be fîrqet sût dił û cîsme, ḧeq ew carîş bida qîsme
bibînim qebrî ew îsme, heweł mîm û le axir nûn
mîm miḧemmed, nûn emîne, paye wu estûnî dîne
çî bewî îmanî nîne, cezayetî ’ezabî hûn