ew ademî pak nûrcemał lew fîrdews û qesran nema

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 1 Xulek  1225 Dîtin
ew ademî pak nûrcemał lew fîrdews û qesran nema
kirdî bê’emrî xway celal lew cennetî ’îrfan nema
kwanê yons, îdirsî xas, kwanê xidir, kwanê elyas
«nûḧ» le keştî wa bû xelas, ew keştî û tûfan nema
ḧukmî dîwan be çing kê bû, ḧîsabgeran defter pê bû
îns û can bo wî beřê bû, ḧakim û mor û suleyman nema
ew suleymanî dêwbend bû, sen’atî wî zêdeřend bû
felek dabûy hezar end bû, suleyman û dîwan nema
bebir û piłingî ser kêwan, neman leber tîr’engêwan
kê qatił bû lebo dêwan, qaremanî qeyẍan nema
qareman bû le de’waye, muḧîbbî ceng û de’waye
xoş ’eyar bû le dinyaye, mîslî gerdenkeşan nema
gerdenkeş û xoş ’eyar bû, îblîs le çingî qutar bû
ezřeq le destî bêzar bû, ceddî «sam» û «nerîman» nema
«esfendyar» řû’înten bû, karî cengî tenbeten bû
de’way legeł tehemten bû, zatî îbnî dêhqan nema