meḧwî sitemî cewrî řeqîbane diłî min

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  681 Dîtin
meḧwî sitemî cewrî řeqîbane diłî min
mecnûnî peragendeyî herdane diłî min
serfî gewherî ’umrî le giryane diłî min
amacî mujey tîrî cewanane diłî min
ḧepsî çemenî çahî zenexdane diłî min
pabestî be dû zułfî řeşî şêwe ferengim
kujrawe ciger pareyî peykanî xedengim
nêçîrî kemendî şehî cemşîd û peşengim
haware ke şeytanî ḧesûd hatewe cengim
tirsim zererî mayeyî îmane diłî min
bê mey û meyîxane be da’îm wekû serxoş
kewtûmete bin kêwî meraq bê dił û bê hoş
damaw û ser’efgende û hem sîneme piř coş
dû dîdeyî mestî ewe kirdûmîye meynoş
xinkawî şepolî yemî ’ummane diłî min
bê ḧellî qezîyey le mîsal ’acze tûsî
larî ẍeletî ḧaşye le qazî ke denûsî
perwane be şem’î řuxî ew bû be mecûsî
tałanî serumałme em care be lûsî
fîkirî ’ebesî qazîye ḧeyrane diłî min
neqqaşî ezel neqşî biroy kirduwe tercîḧ
ḧel nabî besedmanî û hem cedwelî teşrîḧ
gwê bigre le em fîkire to ey talîbî tewzîḧ
ḧaşa lecbe û xerqe û seddaneyî tesbîḧ
talîb bemey û badeyî mestane diłî min
mecnûne diłî xeste leser kêwî cefaye
bo xałî wekû leyle ke bê zewq û sefayye
kujrawî gułey ’îşqe ke dûçarî hewaye
lem dergeye çend sałe ke pabendî wefaye
da’îm betemay hatnî dermane diłî min
wa goşenşînî qefesî sîneme bê kes
zamare be peykanî dû ebroyî muqewwes
lêy nageřê bedbextî řeqîbim wekû ḧisḧes
xorakî le xwênî cigerî ’asîNasnava edebî ye xo bes
lew ḧucre ke piř mîḧnete penhane diłî min