wek xwêne sirişkim le ẍem û myêḧnet û hîcran

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 2 Xulek  685 Dîtin
wek xwêne sirişkim le ẍem û myêḧnet û hîcran
bo şem’î cemalit wekû perwane le sûtan
perwam nîye baweř bike em care be qurban
lutfê bike bem ḧałete ey ḧezretî sultan
sindûqî serî xoşt hem xalîd û ’usman
sergeşte le dwîna wekû serxoş û nexoşim
bêgane le ’eqił û şeref û şadî û hoşim
xwênawî cigerme be diłî xeste denoşim
herçende hetîw nîm welê sîne be coşim
qur’ane defermiwê meke qet qehrî yetîman
me’lûm buwe qurban le xewas û le ’ewama
kemtir nîye lem dergeye hergîz le ẍulama
şadî bike em bendeye carê le peyama
dił sabîte lem qapîye qurban le dewama
satoş bike řeḧmê be dił û dîdeyî giryan
lem qapîye dest kewtuwe wa cewherî teskîn
mumkîn nîye biřwa le derit ’aciz û ẍemgîn
fezil û şeref û ’eqłî eto nayete texmîn
lutfî ḧeqe lem řemze ke toy kirduwe teḧsîn
serdarî hemû murşîd û hem ẍewsî mirîdan
ger talîbî řêgay ḧeq û derkî sewabî
ya na’îlî eltafî ḧeq û řeḧmî xuda bî
ya ehlî necatî ẍem û hem řojî ceza bî
meḧsûbî derî ḧezretî sultanî ’elabî
meḧfûzî le nefis û şeř û hem afetî şeytan
herkes deyewê cennet û hem xuldî mu’etter
dest nakewê bîllahî be bê şer’î mutehher
kirdûyete xadîm le ezel sebqî muqedder
bawřibke em şahe ke qutbêke munewer
piştênî be dest bigre û damanî be dindan
em pîre ke destigîre be řeftarî şerî’et
lêy dest dekewê nî’met û esrarî terîqet
ew cêgeyî piř nûre be enwarî ḧeqîqet
serfî bike lem wesfe to efkarî ’emîqet
meşhûre ke ’asîNasnava edebî buwe şagirdî edîban