seyrî teyyarey ecel ken hatuwe bo ẍaretim

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 3 Xulek  1066 Dîtin
seyrî teyyarey ecel ken hatuwe bo ẍaretim
daye ber sarûxî ’îllet naw derûn û qametim
çend bînay têk da le cîsmim merkezî sed afetim
hende meḧzûn û řezîl û ẍemzede û bê taqetim
boye da’îm řût wiqût û bê zexîrey qyametim
’umrî gencîm çû le dest û cust û cuyêkim nekird
qet lebo sulḧanî nefsim giftogoyêkim nekird
bo tedawî lay ḧekîman amuşoyêkim nekird
hîç le bazařî şebabî girdukoyêkim nekird
çunke bê mayem ewêsta seyrî çend bê babetim
řûm be carê kirde nûstin wa le lêfey ẍefłeta
wam dezanî dîn û dunya wa le qebzey serweta
ta esîr bûm wa be carê min le dawî nekbeta
dił be serma her degrya çit le min kird ḧesreta
min mekîney zîkir û fîkirim bo şikandit aletim
koşşim zor kird le dunya takû meqsed çû le dest
da’îma wek wêł û weḧşî bê şi’ûr û şêwe mest
dêwî nefsim buwe ře’îsim merkezî diłmî debest
hênd nefam bum def’eyêkî bo dîfa’ piştim nebest
taze fîkirim kird û zanîm zalim û bê mirwetim
ḧałî ḧazir wek qedîmim her esîrî dest hewam
řaste ’umirim geyye axîr zyad le caran bêḧeyam
hend ḧerîs û bê demaẍim ẍerqî nawgêjî řyam
wa kemer bestey îta’ey nefis û şeytan bûm mudam
boye êstaş wek minałîm ẍefłete her ’adetim
yek be yek gořawe řengî ḧusnî ser lewḧey cemał
besye ẍeflet wa be cê may ta be key ey bê kemał
babe qeswet řeş nebêtin řengî sûrit wek zuxał
’umrekem geyye nîhayet bê umêd mawim le sał
řoj be řoj herçare nořî çend deqîqe û sa’etim
ya îlahî nebuwe nabê ẍeyrî to be xuda xuda
hem le sayey fexrî ’alem wam le sercadey huda
ayetî la tiqnitiwaErebî şim bo necat bote pena
îlticaşim birde qapî ḧezretî şahî ’ela
mîn be’d her întîzarî mewcî deryay řeḧmetim
ḧemdulîlla neqdî îman bo qyamet mayeme
xom be şahnişa dezanim ummetî ew şayeme
çîm le darayî cîhane ’ebdî ew cêgaye me
namewê nawbang û şuhret ḧîfzî îman ẍayeme
şahî min wextî seferme bo ḧîsabî qyametim
min be pîrî hatme derget pîrî pîranî cîhan
çunke me’lûme dezanim êreye darul’eman
destî min damanî to bê ey şehnişahî cîhan
na’îbî fexrî řîsalet cênşînî qutbekan
ger nîye îmdadî ’asîNasnava edebî zor şiře min ḧałetim