em şêx ḧiseyne pyawêkî estûrî wirgizlî...
Li pirtûka:
            Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
        Berhema:
                Elaedîn Secadî (1907-1984)
        
             1 Xulek
             1250 Dîtin
        
        
    em şêx ḧiseyne, pyawêkî estûrî wirgizlî qewîle bû. gîpeřey milî le berçaxî baweşêk bû; leber nawşanî panî, kurte bała ehate berçaw. deng nask û tasey betam bû. birayekî hebû îbrahîmî naw bû. ew bała ’er’erêkî tozê nawqew barîk bû, leber berzî hîç estûrî pêwe dyar nebû.
řojêk le şêx ḧiseyn epirsin: bo çê biraymî birat le to lawçaktir û řêkupêktire? ewîş kitupiř ełê: «axir ew çwar pirawe kirawe». le řastîda biraym çwaremîn sike. lew kateda şêx ḧiseyn kiçêkî ebê, awaz cwankełey jîkełey dem be pêkenînî řêkupêk û nûske ebê, lêy epirsin: ey kiçî to bo çi ewende cwan û řêke? şêx mistefay bawkî şêx ḧiseynîş le kořekeda ebê û gwêy lem hemû ḧeqayetane ebê, ewîş kitupiř ełê: «ew zûtir birawey xoy kirduwe».