řeşey xece law hebû le suleymanî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  410 Dîtin

«řeşey xece law» hebû le suleymanî, mirîşkêkyan ebê, řojêk mirîşkeke hêlkeyek eka û îtir her eyka le gařegař ta çend řoj naybiřêtewe, řeşe be tewawî pest ebê, heł’estê hêlkeke dênê eyxate piryaskeyekewe, eykate milî mirîşkeke û ełê: «de biřo segî segbab, ewe xot û ewe hêlket. xo to bo em hêlkeye mêşkî ew ’alemet bird, gûm be xot û be hêlket».