kořêk bûyn le dukan serakey westa beşîr...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 5 Xulek  658 Dîtin

kořêk bûyn le dukan serakey westa beşîr eqozrayewe. emca ew basî ewey bo kirdîn, witî:

le zemanî ’usmanya xom zabit bûm, 114 kesim leber desta bû, witî ême dirabûyn be «ḧukumetî ’usmanî», zułmêkî zor zilman lê kirabû. serbazekanim hatin wityan çar çîye? witim êste min çartan ekem. hênam be destî xom îsti’ayekim bo yekêkyan nûsî, bo qa’dî here gewre, ke îsti’akey bird be xwa seg be ḧesarêkyan pê kird. bo yekêkî tirîşyanim nûsî, ewîş herwa, be kurtî be destî xom bo her 114 kesekem nûsî, hemûyan gemałkuj kiran.

witî sere hate ser xom, witim wełła ebê bo xoyşim binûsim, hênam her be destî xom bo xoyşim nûsî û birdim bo «uzdemîr». ewîş hênay «cem boryesî» kird û hemû serbaz kobûnewe be dewre westan, min û «uzdemîr»yiş le naweřasta bûyn, her be «oẍiłim, oẍiłim» qisey legeł ekirdim...

mamosta beşîr lew řojaneda xanûyekî be destewe bû ,xerîkî dirustkirdnî bû, lem kateda kabrayek hat. katîş demedemî êware bû. witî were, nawî kirêkarekan binûse bo pare pêdanekeyan. westa lêy tuře bû û witî biřo carê îşman heye û qise ekem, emca geřayewe ser qiseke û witî:

yekê le walyekanî erdełan, taqe kuřêkî ebê emrê. be hîç cor suknayî naye. yekê le pyawmaqułekanî řojêk le bazařa kabrayekî kerk le şan ebînê ke camedaneyekî lar û pêçî nawe be layekî seryewe, kerkekey xistote ser şanêkî, gałokêkî be deseweye, çemawekey xistote ser şanekey tirî, nanêkî lûl dawe le qułî destyaye, çemîleyek wa be destekey tiryewe. danî çîř ekatewe, qepałêk le naneke egrê û qepêkîş le çemîleke. bemcore be naw ew bazaředa eřwa û şa be gunî xoy nazanê. kabray pyawmaquł ełê em pyawe bemcore ebem bo walî, eger beme suknayî neyet, be hîç şitêkî tir danasakê.

eçê be lay kabrawe qołî egrê. kabra řa’epirsê û la ekatewe, seyr eka yekê qołî girtuwe, xoy řa’eçenê û ełê: «çîye kawra yêjî mîr ẍezewê şanit lê biřîgmewe». ełê: «bira hîç nîye, minîş xełkî em şare nîm, çawim pêt kewt diłim pêt kirayewe, a tuxwa were ba biçîn bo ew małe zemawende, be yadî ’eşretewe destê egrîn». kabra nawî ’eşret û zemawendî lê dênin biskeyek le simêłyewe dêt û ełê: «adey tuxwa bira le kwês ba biçîn». şwênî ekewê û eçin bo baregay «walî».

ke eçin û ser’ekewn, walî lew serewe be cilêkî cwanewe leser textêk danîştuwe. kabray kerek be şan her ke çawî pê ekewê, ełê: siławêk le cubrayl. ełê: kuře gewce min cubrayl nîm. ełê: «ke wase siławêk le pêẍember». ełê: kuře kabray şête min pêẍember nîm. ełê: ey dewît bawik to ne xiwayt û ne cubraylît û ne pêẍemberî, çî ekey lew berzyewe wek sîçkesław danîştigî? hey kutame daykit! gałok řizgarî ebê û emîş pelamarî gałokekey edatewe û hełî’egrêtewe.

lew kateda ke gałokekey heł’egrêtewe awêneyekî bałanma lew serewe danrabû, kabra xoy le awênekeda ebînê, wêneyekî seyrî dête pêş çaw, çawêkî lê moř ekatewe. wêney naw awênekeş, -ke em her xoyetî- ewîş çawêk lem moř ekatewe. ke wa eka, em dest edate galokekey û ełê: «ay hîze kuçkit lê newarê, xo ew kawray taynig gerekye lem ẍerîwyeda serim bida we qełbeyeka. ay kutame qing daykit hey». eme ełê û gałukêk egrêtewe awêneke û awîne haře ekate xwarewe û ełê: «awa daykit egêm, de bîxo, dewît bawik». walî lem îşe ewende pê ekenê, ekewê be gazî pişta. paş emane walî emir eka kabra da’enîşê û herwa ser exate serî û qisey legeł eka û le qisekanî be tewawî hemû xemêkî le bîr eçêtewe. nan dête nawewe û «fiřnî» leser sînî walî ebê. ełê em fiřnîye bo ew dabnên. kabra fiřnî bo da’enên û dest eka be xwardinî, her legeł kewçkêkî lê exwa gurc heł’estê. walî ełê: ewe bo çi wat kird? ełê: «qurwan, fire xiz û safe, etirsim gurc le xwarewe derçê». «walî» ewendey tir pê pê ekenê. paşan lêy epirsê: eme çî bû xwardit? ełê: «qurwan bawkim g carê hatgese şar, ke hatewe eyut mizgewtî cam’e û ḧeman fire xoşin, eme ya mizgewtî «cam’e» s ya ḧemame». paş ewe ke walî be tewawî sebûrî pê dê xełatî eka û berełay eka.