kabrayek lew binarî şarezûre ke xêł eçê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  485 Dîtin

kabrayek lew binarî şarezûre ke xêł eçê bo kwêstan legeł xêł eřwa û egate pênciwên. lewê eçête lay kabrayekî bazirgan ełê: «a bira lew baweşe çemeryesî gezim bo lê kewe bo kewa». kabra sê gezî bo lê ekatewe û parekey lê wer’egrê û emîş qumaşeke eba bo lay westayekî kewadûr boy bidûrê. pêy ełê a bira her êsta bom bidûrêne wa xêł we řêweye, eçme naw bazař û têmewe heq westayyeket edem û ba bigem we xêł. kuře neyêjî xîłî le dest der’ekem, wew «şêx kerîm»e, we galok piştit eşkênim. emey wit û lêyda řoyşit. dû hengaw řoyşit û neřoyşit geřayewe dwawe, be pele pêy wit toxwa bira bîjene we awekeşa. êwe we gowenin, ba dwacar neyêjî nejeynage we awa û kurt buwesewe. kabray westaş witî beserçaw, ew lêyda řoyşit. kabra geřawe. westa witî bira xistumete naw aw, hêşta wişk nebuwetewe. kabra witî: «wew qur’ane şêx lêy xwêndigye ewa eçim sûřêkî tir exom û têmewe, kewam we dûryagî nedey we desewe hezar xirawit pê ekem».

emey wit û lêyda řoyşit. zur dûr nekewtibuwewe, yekê lew berî şîwekewe bangî kird: kure ’ele ’ele ’ele, wa ’êł geyşte qinge lûtkekey şilêr, bo wêstagî? bê we řêwe. ’ele ke gwêy leme bû gałokî hełe şan û be řakirdin çû be şwên ’êla. payîz ke xêł serewxiwar buwewe, hatewe bo lay kabray bergidûr, witî bira kewakem pê biderewe! westaş witî bira, her ew wexteda xistime naw aw û çaweřêm bêytewe, leber çawî xotewe xêra bot bidûrim, to her nehatyewe. ta dwênê ke çûme serî, temaşa ekem hemûy çote aw û hîçî nemawe. ewîş witî çon bira? her giştî çuwe we awa? westa witî eger biřwa nakey were ba biçîne lay kabra ke lêt kiřîwe. witî başe. pelî girt û çûne lay kabray bazirgan. westa pêy wit erê mîrza a ew tope qumaşe çendî lê eçête aw? witî em qumaşe zor nayabe, sê gezî lê eçête aw. emca westa řûy kirde kabra witî: «a bira min nemut, ewe sê gezekey dawe be to ke çuwete awekewe, to biřwa be qisey pyaw nakey».

kabra řûy kirde mîrzay bazirgan û witî: hey bikem we qing daykitewe, bo çî sê geze le awçugeket da we min û xoy tûře kird û be dem serqalêyewe řoyşit le tirsî ewe newek westay bergidûr heqî kewakey lê bistênî. ca hatbowe bo małewe eyut: «bikem we qing dayk kawray bergidûrewe heqî kewakem pê neda».