carêk le suleymanî feqêkanî mizgewtî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  470 Dîtin

carêk le suleymanî feqêyekanî mizgewtî gewre tancîyek řaw enên, heta eyken be jûrî mizgewtekeda. lewê hemû qapî û pencerey lê da’exen û seg be ḧesarî pê’eken, tancî hemû mizgewteke pîs eka û le tirsana epeřête serminbereke û dest eka be qûře qûř. ew eqûřênê û feqêyekan boy esênnewe! lem hera heraye micewreke eçê xeber eda be «seyd eḧmedî babe řesûł» ke feqêyekan segêkyan xistote jûrî mizgewteke û seg be ḧesarî pê’eken. «seyd eḧmed»yiş tûře ebê û dar’esakey egrê be destewe û dêt bo feqêyekan lêyan bidat. feqê ke ezanin wa seyd hat, tirsyan lê enîşê. yekêkyan qumarbaz ebê, ełê êwe lêgeřên êsta min çarî em îşe ekem.

seyd dêt û ełê: hey wa wa lêkirawîne! ewe çon segtan kirdote jûrî mizgewtewe? ew feqêyeyan eçê be pîryewe û ełê: «qurban, be serî to seg nebû tancî bû». îtir seyd sard ebêtewe û ełê: «tûxwa tancî bû? sa wełła lam wabû seg bû, ke wate dyare micewre qumarbazeke diroy kirduwe». feqêş ełê: «newełła qurban tancî bû».