em qiseş ba leser qise kurdîyekan bê!...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  481 Dîtin

em qiseş ba leser qise kurdyekan bê û ełê:

řojêk kabrayek le estembuł eçête îdarexaney řojnameyekî beyanî. be mudîreke ełê: dwênê řojnameketan mirdinî minî nûsîbû, serim siřma. nazanim bo çî be diro ewetan nûsîbû? mudîreke ełê: «ẍezetey ême be diro hîç nanûsê! eger xeberêkî wa naxoşî nûsîbê hełbet řaste». kabra ełê: çiłun řaste? emete leber çawit saẍ û selîm řawestawim, pêwîste her emřo le řojnameda ew xeberey dwênêtan bixene dirowe. mudîr’ełê: «lêm bibûre emey to eyfermûy řênakewê, çunke řojnamey ême her şitê řast nebê, naynûsê. we eger xwa nexwaste xebrêkî diroyşî nûsîbê xoy nabê xoy be diro bixatewe».

kabra ełê: çiłun? pyawêkî zîndûy zil û zelam be mirdû nîşan dan, me’nay çîye? mudîr ełê: «babe pêy nawê tegbîrêkim dozîwetewe bew core zîndût ekeynewe». ełê: a bizanim tegbîreket çîye? mudîr ełê: «ême wekû ewaney ke emirin mirdinyan enûsîn. ewaneş ke taze le dayk ebin, ewanîş enûsîn. înca le řojnamey beyanîmanda legeł ew mindałe taze buwane nawî toş exeyne nawewe! kabra bem qiseye řazî ebê û eřwa».