le merge sê çwar kes le begzadekan...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  507 Dîtin

le merge sê çwar kes le begzadekan danîştibûn, basî zemanî pêşûyan egêřayewe, «’ewłabeg»yan witî: ne pyawî gewre wekû gewrekanî caranin, ne pyawî azaş wekû pêşînekan azan; sałêk yûzbaşîyekî ředîf, le merge bû, małî le geřekî «kanî serdeşt» bû, ḧeme beg fermûy, begzade ewe pyawêktan nîye em kabraye bikujê? xo’eger weha bimênê sałêkî tir jinekanîştan qaf eka. îtir meḧmû begî şaxulke hełsa tifengêkî tereqey ser û qing birincey be destewe bû, lêyda řoyşit. qet se’atêkî pêneçû, dîwexaneke biław nebûbowe hatewe, witî: ẍułamî serî ḧemed begim û destî maç kird. sibeynê ke hełsayn yûzbaşîyeke kujrabû. îtir xwa heqe ḧemedbegîş gułinceyekî şîrdaxî kird be xełatî meḧmûbega.