kabrayek xełkî dêy baxyan ebê nawî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  550 Dîtin

kabrayek xełkî dêy «baxyan» ebê, nawî «ḧesen menguřî» bû, leser pyaw kuştin bo panze sał xirabuwe bendîxanewe, şeş sał bû le beẍda ḧepis bû. řojêk pyawêkî baxyanî eçête dêy «qerengiwê», temaşa eka pyawêkî pîneçî danîştuwe kewş pîne eka, bełam zor şêwey le «ḧesen menguřî» eçê, dîtewe bo birakey ḧesenî egêřêtewe. ełê: pyawêkî wa le qerengiwê pîneçîye her wekû ḧesenî biratan waye, ewîş destibecê sê çwar kesî tir le xizmî xoyan heł’egrê û eçête qerengiwê, temaşay pîneçî eken. ełê: ḧesen, ełê: «bawkim min nawim eḧmede, nawim ḧesen nye». ewanîş ełên: «to xot le ême megoře, to ḧesen menguřî û le ḧepsixane řatkirduwe. le tirsî ḧikumet řastî nałêy, hełse biçînewe ser mał û dewłet û jinî xot. herçend kabra milpêçî û qingecřî eka û swênd exwa min ḧesen nîm, ełên: xizme, ême duř nasîn. to her ḧesenît, goya ebê ême xizmî xoman nenasînewe? be zor legeł xoyan eyben bo baxyan, xełkî dê hemû le małî «ḧesen menguřî» ko ebnewe û hemûyan biřyarî leser eden ke em pyawe ḧesen menguřye, gurc tifengê qonaẍ xiř û demançeyekî perebeloy edenê, cilî bo eken û şewê eyxene baxełî jinî ḧesenewe. beyanî jineke ełê: xwa hełnagrê! em kabraye min be ḧesenî nazanim. bira û xizmekanî ḧesen eyangut: to axu ḧezit le kê kirduwe îme qabîle kesî xoman nenasîn?

bem core mangêk kabra gil exwatewe, hemû małî «ḧesen» be jinewe eydene destî, heta řojêk kabra hendê pareşyan ebê be tifeng û demançe û şitumekewe hełî’egrê û şanî pya eka û eřwa. axrî le dway dû sałêk ḧesen menguřî řasteqîne le ḧepsixane ber bû û hatewe çuwe ser małî xoy.

ḧeme begî ḧacî řesûł beg, eyut: em ḧesen menguřîye xoy û jinekey mabûn û małyan le dêy «cunbiłax» bû, min her dûkyanim enasî.