kabrayekî qûçî sineyî řêy ekewête pişder...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  780 Dîtin

kabrayekî qûçî sineyî řêy ekewête «pişder» û eçête dîwexanî řeşey ewłaẍa. aẍe lêy epirsê: bira nawit çîye? ewîş ełê: «nokerî gewran, ẍułamî serî xanî xanan, aẍa mîrza ḧesen xanî murtuza qulîxanî mîraxurzadey kemerbendey ser cuqe». aẍe be espayî le şwênekey xoy řast ebêtewe û eçê bo nwêj û řû ekate kabra û pêy ełê: kabra ta dêmewe nawî xot kurt nekeytewe kurtit ekemewe» eçê û dêtewe, lêy epirsêtewe: kabra nawit çîye? ewîş xêra ełê: «qurban! ḧise».