îngilîz taze hatbûne ’êraqewe carêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  554 Dîtin

îngilîz taze hatbûne ’êraqewe, carêk dû kesyan le binarî hełebce eçin bo řaw. be dem geřanewe řêyan ekewête gwê çemêk, lewê dû şwanî kurdyan lê peyda ebin, be şitêkî seyryan ezanin, řûtyan ekenewe û têrupřîşyan lê eden! îngilîzekan eçnewe bo beẍda û şikat eken, benawnîşan dû kuřeke edoznewe û eyanben bo beẍda le beranber ḧakmewe řayan egirin. emanîş ziman nazanin, dîlmacêkyan bo dênin.

ḧakim lêyan epirsê: bo çî lew îngilîzanetan dawe? kuřekan yekêkyan řû ekate ewîkeyan û ełê: «erê ḧemk! ewe em hefme êjê çî?» le paş ewe ke têyan egeyenin her eweyan řû ekate ḧemk û ełê: «kuře ḧemk! ewe ew sûr sûrekey par ne’êjin ke le gwêy awekey «pirîs» girtimanin têrupřiman lêyan da?» ḧemkîş ełê: «to bêjî ewe bêjin?» înca her’eweyan lêwêk le ḧakmeke heł’eqirtênê û ełê: o! xozget pênewê û berdî toy lênewarê! qisey par egêřîtewe». le paşa ke bem coreyan ebînin berełayan eken.