meḧmûd nadir pyawêkî nexwêndewarî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  536 Dîtin

«meḧmûd nadir» pyawêkî nexwêndewarî ’eşîretî caf bû, le «banî xêłan» da’enîşt, heç qiseyek ke eykird gewherêk bû le edebî kurdî. em meḧmûy nadre řojêk «mela qadirsofî» û «melaḧsîn»y kuřî «melaqadrî byare» ebin be mîwanî û herwa ekewne qise kirdin. mela qadir bawkî le ’eşretî «welî» û daykî le ’eşretî «delejîrî» bû. em dû ’eşrete le tîrekanî cafin. delejîrîş tozê destî dizîyan heye. mela ḧisênîş bawkî ewete mela qadrî byareye û daykîşî kiçî şêxî zya’edîne. xoyşî pyawêkî qise qut û xoşe. mela qadrî sofîş pyawêkî zana û dana buwe. meḧmûy nadir řû ekate mela qadir û ełê: bîjim çî le karî xwa? eweşe le bawke sing řûtêkî «welî» û le daykêkî «delejîrî» pyawêkî wekû to dirust eka û le mela qadrî byare û le kiçî şêxî zya’edînîş pyawî wekû mela ḧiseyn dirust eka.