cengî 1914-1918 cengêkî besam bû zor...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 5 Xulek  1202 Dîtin

cengî 1918-1914 cengêkî be sam bû, zor be sam bû. ke kewte 1917 ebê ewe bizanîn ke mîlyon û nîwêk kewtine kûrey şeřewe; kewtine em kûreyewe ke ḧewt beş le heşt beşî em danîştuwanî serzewîye tûşî dawî ceng bûn. tûşî ewe bûn ke to beş le de beşî em ferengane cengyan legeł beşekey tira ekird. řaste wabû; çunke 1340 milêwin le hawpeymanekan eçûn be gij 160 milêwnî ełmanî, nemseyî, mecerî û turkîda.

le cengî 1918-1914da 60 milêwin zelam le jêr çeka buwe, ke le şeř bûnewe 8 milyon a lew kesane ke bawik û daykyan be xwênî ciger gewreyan kirdibûn, le pênawî çiłêsî çend kesêka kujran. herweha ke le şeř bûnewe, 18 milêwnîş birîndar kewte ’alemewe. ta’un û perêşanî mirdin 17 milêwin bûn. ke wate to ebê wa bizanî ke 43 milêwin kes le cengî 1918-1914 bûn be gawgerdûnî çend kesêk.

binaẍey hełgîrsanî em cengeş ewe bû ke «erişduq firensîs» cênşînî şay «nemse» legeł jinekeya le naw diruşkeda bûn le «elbusne» le «sirbya». le 28 ḧuzeyranî 1914 kujran. îtir eme bû be mûşedemey hełgîrsanî ew şeře ke serî em hemû ḧeşamatey tya be feterta dira. pêy nawê karman çîye be mewe. «mela ḧemdûn»y ḧafiz, pyawêkî bê çaw û xełkî suleymanî bû. le 1278y hicrî her lew şare hatbuwe dinyawe. le 15y cimadî alawlî 1336y hicrî koçî dwayî kirduwe. lew maweyeda gelê şaran û wiłatan geřawe û dinyay le boteda taqî kirdotewe.

ca em mela ḧemdûne be çawî diłî, karesatêkî ew şeřet bo egêřêtewe ke parçeyekî here berze le edebî kurdî. be řastî her tenha mela ḧemdûn zanîwyetî basî ew şeře bikat û biłêt:

em řoje çi řojêke ke ’alem şiłejawe
herkes be cexarê cigerî qîme kirawe
dinya piřî aşûbe xelayq be ’imûmî
asayşî lê men’e ełêy hêrşî awe
kamey ke ełêy xoşyetî dûre le miḧnet
řîşey diłî aławe be sed derd û beławe
gîrodeye em ’aleme her kes be syaqê
kewtûnete zincîrey enwa’î beławe
wek terze ebarê be hemû dem esef û ẍem
hewrî ẍezeb û qehrî xwa tund û be tawe
nîk û bedî em zumrey îslame be carê
kewtûne keşakeş be qumandey umerawe.
em załmî sefakî sefer berlige emřo
fermanî be xwênřişitinî em ’aleme dawe
jandarme esûřêtewe wek waşeyî birsî
bo laşey mîllet be fiřufêłî ẍezawe
fewtawe leber suẍre, ker û êstir û yabû
ḧuştir seqet û şel buwe, ga piştî şikawe
ker şewqî zeřînî nîye ḧeta le behara
tirsî heye nek bîxene jêr barî qezawe
her şeş cehetî girtuwe aşûb û misîbet
mêşûle mecalî nîye derçê le ḧewawe
teyare be esbabî şeř û fîtnewe daym
cewlanî ełêy hewre beser merkebî bawe
bałonî heło şêwe legeł dête teḧeřřuk
’alem le nezerya be mesel pořî xurawe
em cûte bełazadey bałindeye emřo
seyareyî fewqin be elkitrîkî çirawe
’alem le şirîxe û şererî demdimî bomba
ḧeyran û serasîme û ’eqłî xerfawe
berqî ẍezebî dane û narincek û torbîd
agir epjênin le zemîn û le semawe
şew řoje leber berqî qebîḧ û řim û sunnî
lem’ey qesetoreş be mesel berqî hetawe
deşt û cebel û beḧir û cizîre û hemû dinya
şeq şeq buwe mecmû’î be dem topî qezawe
wişk û teřî em sertiḧî kurey erze be carê
gułgun buwe, řengîne be xwênî şuhedawe
ta ḧukmî temaşay tesewr le hemû la
her laşey çinraw û ser û destî şikawe
řûsî ẍem û îngilîzî xefet herdû be carê
hatûnete ser momnî ’uşret be supawe
her leḧzey sed lek çe le momin çe le muşirk
wasił be dû cîmin be ’etaw û be xetawe
wapor û sefîne û belem û keştî û ustol
amadey ḧerbin le hemû la tenrawe
gîrawe behêzî çek û teyare û sarux
me’mûre û wêrane heçî nawî birawe
lew řojewe dinya heye ta em deme bê şik
meẍlûbe bem ẍabete nebuwe û nekirawe
bo girtin û bo kuştinî em ’aleme yekser
em ’ersey afaqe ełêy ḧelqey dawe
em dîne le pêşa wekû serçawey zemzem
bê ẍeş bû, emîsake ełêy ’eynî quřawe
binçîney derkewtuwe binyadî şerî’et
yekser heresî birduwe asarî nemawe
pir gerdî ẍeme nawî se’atî diłî ’alem
řeqas û cer û zenbelek û çerxî şikawe
ya řebî le ber ḧurmet û êkiramî miḧemed
řeḧmê bike bem baqî îslame ke mawe
kem zore eger nesretî ḧeq řahnima bê
bê nesretî ḧeq leşkirî dara sere wawe
«ḧemdî» diłî yexsîrî ferengî ẍeme emřo
berbûnî be berbûnî gerûy «besre» û «faw»e.