kabrayek hebû lenaw «newřołî»ye destî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  889 Dîtin

kabrayek hebû lenaw «newřołî»ye, destî ḧekîmî hebû, afretêkîş her lewêda hebû, birînêkî naqoła le lařanî hatbû, çak ne’ebowe. kabray ḧekîmyan birde serî, hênay be daw û derman me’cûnêkî dirust kird û kirdî be şapłîte û kêşaye kunî birînekewe, kunî birîneke qûł bû, şapłîtekeş zor zil bû, afreteke le taw azarekey xoy pê řanegîra, bîlamanî, yekêkî kend! kabray ḧekîm řaçenî û paşan witî: ehû! le kwêwe lêm da û le kwêtewe derçû?!

mela ’ebdułłay ḧebanye boy gêřamewe witî: mela ’ebasî gełałe witî: ew serdeme řez exesênra, wate řezaney exraye ser, mudîrêkî piřî zil le sûrdaş hebû, xoy hesta çû bo «sergełu» bo texmînî řezaney ew nawe, ew sałeş terze ew nawey hemû kutabû, tirê zor kem bû, mudîrîş tundutîjîyekî way enwand tozî ekird! şeş be teşpîke ḧewtî: řibeyeke, eydaye berî, her çend tikayan lê ekird, ke zor nenûsê, ew zortirî enûsî.

şewê le dîwexanî «ḧacî şêx ’arf» ko ebnewe û dîwexan germ ebê, kwêxa û řîşsipî û pyawmaqułî ew wiłate, hemû lewê ebin û mudîrîş be fîzêkewe lew serewe danîştuwe, her çend ew ’aleme tikay lê eken ew her bay dê û be lagwêyda eřwa.

mîrza qadrêk hebû xełkî suleymanî bû, pyawêkî edîb û qisezan bû, zor demêk bû lew wiłate bû, hemû eyannasî û be çawêkî berzewe seyryan ekird. kitupiř «mîrza qadir» hat bo dîwexan û xełkeke hemû le berî hełsan û lew serewe dayanna, mudîr ne le berî hesta û ne qiseşî legeł kird. mîrza qenneyekî dirêjî hebû, derî hêna û têy kird û kełe pişkoyekyan bo xiste ser û destî kird be mijlêdanî, «ḧacî şêx ’arf» û danîştuwan hemû tika le mudîr eken ke tozê lem řezaneye kem bikatewe, mudîr beg her be xeyałîşya naye, mîrza mij eda le qenne û gwêşî bo em qisane řagirtuwe, ke seyrî kird mudîr beg be hîç cor her bêzî naye legeł em xełkeda qise bika, demî le qenneke berda û řûy kirde mudîr û witî: cenabî mudîr beg, madam cenabî ḧacî şêx marf û em hemû xełke tikat lê eken, eger qiseyan neşkênî gelê serberzîye bo cenabit. mudîr emca hate qise û řûy kirde mîrza qadir û witî: ewe to çi kareyt? ełêy gûnî minî, wa xot qut kirdotewe û dêyte qisekirdin!

ḧacî şêx ’arf û xełkeke zor em qiseyan leber giran ebê û bo «mîrza qadir»yiş diłgiran ebin, çunke ew pyawe lew pyawane nebû ke qisey way derbare bikirê. ḧacî şêx ’arf bo diłdanewey mîrza qadir řû ekate mîrza û ełê: cenabî mîrza qadir diłit hîç neka, ewe cenabî mudîr be gałtewe şitî wa efermiwê, çunke ḧez le nukat û qisey xoş eka! ḧacî şêx ’arf le diłîşya ezanê ke mîrza qadir ew qiseye qut nada û wełamêkî başî bo edozêtewe. emca mîrza qadir bebê ewey hîç xoy têk bida, mijêkî tir eda le qennekey, řû ekate ḧacî şêx ’arf û ełê: ya şêx, qisekey mudîr beg, zor cwanî fermû, kwa xwa ewey bikirdaye min gûnî ew bûmaye, be řoj leser qingî xoy û be şew le ser quzî jinekey bûmaye!

mudîr beg ke em qiseye bîst, çîn çîn areqî derda û hîç nehate qise. îtir destibecê bew şewe heł’esê û her legełî xerîk ebin, swar ebê û egeřêtewe bo kerkûk, řezane û mezaney hemû becê hêşt.