melayek hebû le suleymanî mela ḧesene...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  550 Dîtin

melayek hebû le suleymanî, mela ḧesene şêteyan pê ewt, be mindałanî exwênd, ke tûře ebû destî ekird be cinêwdan û qutabîyekanî be lêdan da’egirtewe. qutabîyekî lasarî hebû, řojêk zorî lêda, qutabîyeke çowe bo małewe lay daykî şikatî kird û witî: mamosta zorî lê dawim. daykîşî hat bo lay mamosta û destî kird be gileyîkirdin: boçî ewendet le kuřekem dawe? mela ḧesenîş witî: «daykim, xuşkim «laḧya û fî aldînErebî» le girêy qingit bem! kuřeket zor lasar û bê ḧeyaye boye lêmda, egîne estoy bişkê û çawîşî dirê!»